Dayikên şehîdên komkujiya Til Rifetê: Em ê li ber xwe bidin heta ku Efrîn rizgar bibe

Dayikên şehîdên komkujiya Til Rifetê got “Berxwedana me wê  berdewam be, heta ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.”

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser kantona Efrînê didomînin. Artêşa dagirker di 18‘ê Adara 2018‘an de kanton dagir kir. Di encamê de bi sedan şênî hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran malbatan berê xwe da kantona Şehbayê. Artêşa dagirker li Şebayê jî êrişî wan dike.

Ev du sal e artêşa Tirk a dagirker navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê cihên sivîlan dikin hedef. Di 2‘yê Kanûna 2019‘an de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li navçeya Til Rifetê pêk anî. Di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û ji wan 8 zarok bûn.

Dayikên şehîdên komkujiya Til Rifetê kêliyên komkujiyê bi bîr xistin û got: “Ev komkujî me ji xeta berxwedanê venagerîne.”

Esmehan Xelo ya ku kurê wê Arif Cafer Mihemed (7) şehîd bû û kurê wê Mihemed Cafer Mihemed (10) ji serî û lingê xwe birîndar bûbû, wiha axivî: "Ji bo jiyana zarokên xwe em ji Efrînê derketin û bi meşê me xwe gihand kantona Şehbayê. Tevî ku em koçberî Til Rifetê bûn jî em ji kiryarên dagirkeran xilas nebûn."

Esmehan kêliyên komkujiyê bi van gotinan vedibêje: "Piştî hefteyekê ji barana dijwar û sermê, di 2‘yê Kanûnê de roj derket. Zarok bi hevalên xwe re derketin ji bo bilîzin. Ji nişkê ve me dengê topan bihîst. Me nedizanî çibû û em çi bikin. Hat bîra min ku zarok li kolanê dilîzin, bi lez ez derketim min dît cenazeyê kurê min Arif li eredê ye. Min ew rakir û derbasî malê kir da ku wî hişyar bikin. Lê jiyana xwe ji dest dabû. Kurê min Mihemed jî di heman bûyerên de birîndar bû, me ew rakir nexweşxaneyê."

Esmehan di dawiya axaftina xwe de got: "Em ji vir dernakevin, heta vegerin bajarê xwe."

‘MIN SPASIYA XWEDÊ KIR KU HEVSERÊ MIN SAX E, MIN NEDIZANÎ KU ZAROK ŞEHÎD BÛNE‘

Ezîza Îbrahîm ji gundê Qîbarê ye û di komkujiyê de kurên wê Mihemed Ebdulrehman Hiso (15) û Semîr Ebdulrehman Hiso (11) şehîd bûn.

Ezîza roja komkujiyê wiha vedibêje: "Di wê rojê de min dengê topan bihîst. Hevserê min li derveyî mal bû, ez derketim da ku lê bigerim. Min dît sax e, min spasiya Xwedê kir, lê min nedizanî ku zarokên min bi zarokên din re şehîd bûne. Erdogan çima me dike hedef? Çi ji me dixwaze? Çi dibe bila bibe em ji bilî Efrînê naçin cihekî din.” Ezîza Îbrahîm zarokên xwe bi van gotinan bi bîr tîne: "Berê xwe bi ku ve vedikim zarokên min û tevgera wan tê bîra min. Me li Efrînê li ber xwe da, lê êriş gelek dijwar bûn. Di encamê de sivîl şehîd bûn, ji ber vê yekê em neçar man ku koçber bibin. Wekî dayikên şehîdan em ê li ber xwe bidin heta vegerin Efrînê."

ANHA


Mijarên Din