​​​​​​​Dayikên şehîdan ji PDK`ê re: Em şerm dikin navê Kurdan li we bikin

Dayikên şehîdan ên Kantona Kobanê, bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên beriya du mehan li navçeya Xelîfanê ji aliyê hêzên wan ve hatibûn revandin, eşkere bike.

PDK'ê ji 26'ê Tîrmehê ve û heta niha çarenûsa  komeke gerîlayan eşkere nake ku li navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê revandibûn.

'EM HEWL DIDIN MAFÊN XWE BI DEST BIXIN, HÛN JÎ ZAROKÊN ME DIREVÎNIN'

Dayika şehîd Çiya Kobanê, Emîne Yasîn got: "Bi navê min û hemû dayikên şehîdan, ez ji PDK'ê re dibêjim, divê hûn tavilê çarenûsa gerîlayên dîl hatine girtin, eşkere bikin. Ma hûn ne kurd in! Ji xwe şerm bikin, em mafên xwe dixwazin, hûn jî zarokên me yên gerîla direvînin. "

Emîne ev pirs kir: "Piştî ku hûn bi xiyaneta xwe Kurdan tune bikin, hûn ê bigihêjin ku derê? Em şerm dikin em navê Kurdan li we bikin, ku hûn hîn nizanin wateya wê çi ye."

'DIVÊ PDK'Ê LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BINÊRE Û BIBÎNE ÇAWA GERÎLA ŞER DIKIN, NE XIYANETÊ LI KURDAN BIKIN'

Dayika bi navê Fatime Oso, xwişka şehîd Omer Kobanê got: "Divê PDK'ê ciwanên me yê gerîla yên revandî berde û li çiyayên Kurdistanê binêre ku çawa gerîla bi dijminên Kurdan re şer dikin. Divê destê xwe deynin ser birînên me û xiyanetê li me nekin. Divê ew ji dewleta dagirker a Tirk bawer neke ku wê wek amûr li dijî kurdan bi kar tîne. "

Fatime wiha lê zêde kir: "Di demekê de ku zarokên me yên gerîla hewl didin Kurdan ji sirgûn û tunekirinê biparêzin, PDK'ê destê xwe dide destê Erdogan. Çima hûn alîkariya Erdogan dikin û hûn ji bo kê vî karî dikin, bes e hûn di rijandina xwîna kurdan de hevkariya artêşa Tirk  a dagirker dikin."

'ÇIMA EW KESÊN KU ÇIYAYÊ KURDISTANÊ QIRÊJ DIKIN, NAGIRIN'

Dunya Mihemed ku hevjîna şehîd Dozvan Kobanê ye jî wiha axivî: "Çima PDK'ê leşkerên Tirk ên ku axa Kurdistanê qirêj dikin nagire? Çima ew tenê gerîla direvînin?"

Dunya daxwaza eşkerekirina çarenûsa gerîlayên revandî û serbestberdana wan kir, ji ber ku çiyayên Kurdistanê hewcedarê wan in û ji ber ku ew li dijî neheqiyê şer dikin

'BI XIYANETÊ BERSIVÊ DIDE'

Dayika şehîd Barîn Kobanê, Cîhan Reşo jî wiha axivî: "Tirk hewl didin çiyayên Başûr Kurdistanê bişewitînin. Zarokên me yên gerîla ji bo ku çiyayên Kurdistanê bilind bimîne, agir vedimirînin û canê xwe feda dikin û li hember vê qenciyê jî PDK'ê bi xiyanetê bersiva ewladên me dide û wan direvîne."

Cîhan Reşo destnîşan kir ku divê PDK'ê li xwe vegere û gerîlayên revandî berde. Ew kesên revandî beriya her tiştî hebûna wê diparêzin.

(dx)

ANHA


Mijarên Din