Dayikên şehîdan: Em xaka xwe bernadin

Dayikên şehîdên Minbicê gotin: "Di oxira rizgarkirina van herêman de me berdêlên giran dan, em amade ne herêmên xwe biparêzin."

Bi destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şêniyan diyar kirin ku ew amade ne herêmên xwe yên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine rizgarkirina biparêzin.

Malbatên şehîdan ên Minbicê anîn ziman ku ew ê heta dilopa dawî ya xwînê herêmên xwe biparêzin.

Dayika Edla Îbrahîm nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê da û got, ne mafê dagirkeriya Tirk e destdirêjî xaka Sûriyê ya bike, "Ji bo azadiya van herêman me bi hezaran şehîd û gelek birîndar dane."

Dayika Edla di berdewama axaftina xwe bal kişand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derfet da dewleta Tirk da ku DAIŞ‘ê li herêmê zindî bike û wê bi "Xayîn" bi nav kir. Edla Îbrahîm wiha domand: "Divê em xwe nespêrin Amerîka ya ku ji bo berjewendiyên xwe dixebite.Vekişandina Amerîka ji nuqteyên xwe yên li Bakurê Sûriyê îxanetek e."

Dayika Edla li hemberî dijminatiya dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir û ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirk sivîlan dike hedef, ferqê naxwe navbera jin, zarok, zilam û ixtiyaran. Em malbatên şehîdan em ê heta dilopa dawî  ya xwînê û heta serkeftinê bersiva êrîşan bidin."

Hesna El-Zahir jî got: "Di oxira rizgarkirina van herêman de me berdêlên giran dane, encamên van êrîşan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Berdêl çi dibe bila bibe em dest ji warê xwe bernadin, em ê parastinê bikin. Em şêniyên vê herêmê ne, em li vir jidayik bûn, li vir mezin bûn û em ê heta dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin."

ANHA


Mijarên Din