Dayikên Şehîdan: Divê PDK`ê dev ji komployên li dijî kurdan berde

Dayikên şehîdan bang li PDK’ê kir ku zemînekî ji birakujiyê re ava neke da ku nekeve xizmeta dijminên doza Kurd.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê kir, bi taybet jî herêma Gare ya nêzî navçeyên Akrê û Amêdiyê. Hedef jê jî astengiya li pêş HPG’ê ya ku parastina nirxên Kurd û Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker dike.

Kolana Kurd a Rojavayê Kurdistanê siyasetên PDK’ê red kirin û got tenê ev yek dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk. Ji ber dewleta Tirk her tim dixwaze parçebûnek di navbera hêzên Kurd çêbe da ku tevgerên rizgariyê lawaz bike.

Heyat Silêman dayika şehîd Nûbar ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û dayika şehîd Lewend ê ku li başûrê navçeya Tirbespiyê di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2013’yan de şehîd bûye, sewqîyata PDK’ê ya ku hêzên xwe li herêmên HPG’ê yên li hêla Garê bi cik dike, şermezar kir.

 ‘TÊKBIRINA HÊZÊN RIZGARIYA KURDISTANÊ, TÊKBIRINA PDK’Ê YE’

Heyat Silêman wiha got: "Heta kengî PDK dixwaze şerê birakujiyê bibe. Gel ji tecrûbeyên berê sûd negirt. Divê PDK hişyar be û dev ji van kiryarên ku bûne sedema qetilkirina bi hezaran ciwanên Kurd ji salan û heta niha, berde."

Heyat Silêman wiha domand: "Ciwanên me yên şehîd di oxira pêkanîna azadiyê ji bo gelê Kurd canê xwe da. Lê belê îro PDK tênegihîje ku têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê têkbirina PDK’ê ye jî."

Li aliyekî din jî Rifa Mihemed dayika şehîd Mihemed Xêr ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû bang li tevahî gelê Kurd kir ku hevgirtî û bi yek bin, bi taybet gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê. Her wiha li ser PDK’ê ferz bikin ku hêzên xwe ji herêma Garê bikişîne.

Rifa Mihemed piştrast kir ku pêşeroja gelê Kurd di hevgirtin û yekitiyê de ye, ne di şerê birakujiyê de ye. PDK niha li çiyayên Qendîlê li dijî birayên xwe yên Gerîla ye.

Hediye Mihemed dayika şehîd Dilo yê ku di herêma Aliya ya Serêkaniyê de di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûye, kiryarên PDK’ê şermezar kirin û diyar kir ku ev kiryar tenê dikevin xizmeta dijminên doza Kurd bi taybet dewleta Tirk.

Li dawiyê jî dayika şehîd Dilo da zanîn ku dijminên gelê Kurd îro li pişt kiryarên ku PDK’ê li herêma Grê dike disekinin. Hedefa wan kiryaran jî lawazkirina hêzên parêzvanên doza Kurd e. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî van kiryaran bisekine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn