Dayikên gerîla êrişên dagirkeran ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Dayikên gerîla êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li aliyên garantor kir ku li hemberî binpêkirinên li herêmê, berpirsyariyên xwe pêk bînin.

 

Çalakiyên dayikên gerîla ku her roja çarşemê tên lidarxistin, dewam dikin. Dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û dayikên şehîdan îro li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê daxuyaniyek da.

Dayikan, wêneyên şehîdan û al û sembolên kurdî rakirin û dirûşmên “Na ji dagirkeriya Tirk re” berz kirin.

Bi navê dayikan, Zêrîn Serac daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û armanc dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Her wiha DAIŞ bi rêya şaneyên veşartî hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike, hikumeta Şamê jî hewl dide fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxe.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor hate kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bi berpirsyariyên xwe rabin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din