Dayikên gerîla û şehîdan di hefteya 11'emîn a çalakiya xwe de, banga rêzdariyê li îradeya gelê êzidî kir.
Dayikên gerîla û şehîdan, li navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da.
Xaliye Eyûb dayika gerîla Warşîn Tirbespiyê, daxuyanî xwend û û hemû êrişên dijî gelê Kurd û bi taybet gelê êzidî şermezar kirin.
Xaliye Eyûb destnîşan kir ku komploya li dijî Şengalê, berdewama komployên berê yên Ii dijî civaka êzidî û gelê Kurd e.
Xaliye bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên ku di kesayeta civaka êzidî de gelê Kurd hedef digirin, bisekinin û rêzê ji vîna gelê êzidî re bigirin ku ji bo azadiya xwe bi hezaran qurbanî dan.
(dm)
ANHA