Dayikên gerîla banga rêzdayîna ji civaka êzidî re kir

Dayikên gerîla û şehîdan di hefteya 5`an a çalakiya xwe de, banga rêzgirtina ji civaka êzidî re kir ku ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.

Dayikên şervanên HPG`ê û şehîdan îro li navçeyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyanî dan.

TIRBESPIYÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ciwana Mihemed daxuyanî li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi armanca tunekirina hebûna gelê Şengalê hêzên desthilatdar komkujî pêk anîn, lê belê êzidî li hemberî wan êriş û komkujiyan sekinî. Komkujiya herî dawîn jî ya ku çeteyên DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an êrişî herêma Şengalê kir.

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kir, hikumeta Başûrê Kurdistanê û artêşa Iraqê dev ji gel berda û wan bi tenê hiştin. Lê tevgera azadiyê ya Kurdistanê destwerdan kir û Şengalê rizgar kir. Di heman demê de ji şêniyên Şengalê ji bo herêma Rêveberiyeke Xweser ava kir, ji ber vê yekê îro roj dewleta Tirk hewl dide îradeya civaka êzidî tune bike." 

Di dawiya daxuyaniyê de dayikên şehîdan û gerîlayan got divê gelê Şengalê xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û planên ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Şengalê çêkiriye, werin naskirin.

DIRBÊSIYÊ

Îro bi dehan dayikên gerîla li Baxçeyê Şehîd Zevîn ê Dirbêsiyê kom bûn û daxuyaniyek da. Mamosteya zimanê kurdî Leyla Bekir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dayikên gerîla û şervanên li çiyayên Kurdistanê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên parastina Medya yên li Heftenînê şermezar dikin.

Daxuyaniyê bêdengiya civaka navneteweyî ji sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne, şermezar kir û bang li partî û hêzên kurdî kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Di daxuyaniyê de dayikan banga berdewamkirina berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker kir.

Daxuyanî bi sloganên "Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re” û “Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din