Dayikeke Kurd xewna xwe ya fêrbûna bi zimanê dayikê pêk anî

Dayikeke Kurd a 60 salî urf û adetên civakê derbas kirin û xewna xwe ya fêrbûna bi zimanê dayikê pêk anî.

Emîra Ebdo, ji ber kevneşoiyên berê neçû dibistanê û ji fêrbûnê bê par ma. Bav û birayê wê bi hiceta wan urf û adetan  ku nabe zarokên keçîn biçin dibistanê, nehiştin ku Emîra di 6 saliya xwe de biçe dibistanê.

Hesreta xwendinê sal bi sal li ba Emîra zêdetir dibû, ku ew niha dayika 3 keç û 4 xortan e. Emîra behsa serpêhatiya xwe ya wê demê kir û got: "Daxwaza min a fêrbûn û xwendinê mezin bû. Lê belê bav û birayê min bi bihaneya adet û kevneşopiyan nehitşin ez vê daxwaza xwe pêk bînim. Ev adet li ser jinan û civakê serwer bû. Di encamê de ez bûm jineke nexwenda.”

Emra heta salên 90`î yên sedsala borî bê xwendin ma. Lê dema serdana cîraneke xwe dike, li wir têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê nas dike. Pê re rêwîtiya fêrbûnê lê vê carê bi zimanê Kurdî dest pê dike.

Dema Emîra 30 salî bû xewna wê pêk hat. Tevî 9 jinên din alfabeya kurdî fêr dibe. Têkildarî wê got: "Em pêşî fêrî tîpan bûn. Heza fêrbûnê li ba me mezin bû, me her tişt li paş xwe hişt û me xwe ji fêrbûnê re vala kir."

Ji bo ku tiştê ku fêr bûye ji bîr neke, Emîra dîwana helbestvanê mezin Cegerxwîn peyda kir. Emîra piştrast kir ku wê dersên zimanê Kurdî dan 30 zarokan, 4 ji wan niha şervanên tevgera azadiya Kurdistanê ne.

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîra Ebdo di komîteyeke lihevanînê ya Kongra Star a Qamişlo de cih girt. Her wiha ew, neviyên xwe fêrî zimanê Kurdî dike. Der barê de got: “Ziman jî yek ji hêmanên sereke yên çand û dîroka civakan e.”

Emîra bang li jinên ku nizanin bixwînin û binivîsin kir ku bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin û wiha domand: "Bila temen li pêşiya pêkanîna armancên wan nebe astengî. Bila hemû jin zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin û keç û xortên xwe fêr bikin. Ji ber ku civak bi zanist û xwendinê bi pêş dikevin."

Emîra 2 caran serkeftin bi dest xist, cara yekê dema kevneşopî têk bibin û cara din dema xewna xwe ya fêrbûna xwendin û nivisînê bi dest xist. Emîra gotina ku rojekê ji bavê xwe re gotibû bi bîr anî û got: "Xewna min a ku te nehişt ez bi dest bixim, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji min re pêk anî. Çavên me ronî kirin, em zana û rizgar kirin. Bendên ku jin bidest kirin, şikandin."

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din