Dayika Samir bi pîşeya ku ji dapîra xwe wergirtiye, nexweşan derman dike

Dayika Samir pîşeya dermankirina nexweşan a bi giyayan ji dapîra xwe wergirtiye û bi wê pîşeyê malbata xwe xwedî dike.

Jina 60 salî ku bi navê  ‘Dayika Samir’ tê nasîn, li Yemen, Lubnan û Erebistana Siûdiyê geriya û piştre li Reqayê bi cih bû. Li wir jî bi giyayan dest bi tedawîkirina nexweşan kir. Dayika Samir ev pîşe ji dapîr û meta xwe wergirtiye, jinên ku zarok jê re çênabin derman dike û hin nexweşiyên çermê yên giran ku bijîk nikarin derman bikin û emeliyata wê dikin, derman dike.

Dayika Samir ku ji gundê Cewla yê Dêrazorê ye, di biçûkaniya xwe de dayika wê jiyana xwe ji dest da û ji aliyê bapîra xwe ve tê xwedîkirin. Piştî çend salan ji zewacê, hevjînê wê, wê û du zarokan dihêle û diçe. Bi wê re Dayika Samir neçar ma ku malbata xwe xwedî bike û pîşeya dermankirina nexweşan bi giyayan ji xwe re bingeh girt.

Di vê derbarê de Dayika Samir got gelek jin hene ku nikarin zarokan bînin û bijîşk jî nikarin wan derman bikin, lê ew bi giyayan wan jinan derman dike. Dayika Samir wiha axivî: "Gelek şênî tên gel min û dixwazin bi giyayan werin dermankirin. Ji ber ku di giyayan de madeyên kîmyewî tune ne."

Dayika Samir got giyayên tevlihev bi destên xwe çêdike, da ku şaşî di miqdarê wan de çênebe û tu astengî dernekevin û wiha gotina xwe dewam kir: "Hin giyayên ku li  herêmê şîn dibin û hinan ji wan ji Eyn Îsayê, Dêrazorê û hinan ji Yemenê û Siûdiyê tînim. “

Dayika Samir anî ziman ku bijîşkan ji 4 kesên li Reqayê re gotiye rewşa wan giran e, lê wê bi giyayan ew derman kirine.

Dayika Samir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dema min nexweş bi giyayan derman dikirin, çeteyên DAIŞ`ê ez tawanbar kirim û gotin tu fêlbaziyê dikî. Ez zehmetiyên di dema serweriya çeteyan de ji bîr nakim, jiyana me hemû reş kiribûn."

(eh)

ANHA


Mijarên Din