Dayika sê şehîdan: Ez serbilind im ku min sê kurên xwe zave dan vî welatî

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Îbrahîm (Dost) ku şehîdê sêyemîn di malbatê de ye bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Îbrahîm (Dost) ê ku dema erka xwe bi cih dianî di encama qezeya trafîkê de şehîd bibû, bi merasîmekê gireseyê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ‘ê dest pê kir.

Ji fermandarên YPG‘ê Munzur Agirî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Madem ku dayikên mîna Zeyneb lehengan diafirîne ku giyanê xwe di oxira welat û gel de dan, dê serkeftin bi teqez para me be. Em hêzên leşkerî û hevalên şehîd Dost û birayên wî Simko û Kîlan soza xwe bi wan re û hemû şehîdan re nû dikin û em teqez dikin ku em ê li hemberî her gefên li dijî xaka û gelê me bibin mertal."

Dayika şehîd Dost, Zeyneb Murad jî got: "Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû hevalên çek re dixwazin. Ez ji hersê şehîdên xwe re dibêjim ez bi şehadeta we serbilind im, ji ber ku her sal ez kurekî xwe zave didim vî welatî, ez soz didim ku ez ê  çeka we rakim û xaka xwe ya ku bi xwîna we hatiye hatiye avadan biparêzim, silavan li birayên xwe Simko û Kîlan  bike û ji wan re bêje ku em xurt in ji ber ku hêza xwe ji we digirin."

Piştre, nasmeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Dost li kêleka gorên birayê xwe di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate veşartin.

Şehîd Dost ê şehîdê sêyemîn di malbatê de ye, birayên wî Simko û Kîlan di pêngavên rizgarkirina Tebqa û Dêrazorê de şehîd bûn.

ANHA


Mijarên Din