​​​​​​​Dayik û hevjînên şehîdan banga azadiya Ocalan kirin

Dayik û hevjînên şehîdan ên kantona Kobanê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya Ocalan kirin.

Bi sedan dayik û hevjînên şehîdan ên kantona Kobanê ji bo balê bikşînin ser  komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî pare ve kirin.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek dayik û hevjînên şehîdan ên Kantona Kobanê em 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hat kirin şermezar dikin. Me bi Rêber Apo re ji bo azadiya Kurdistan û ji bo azadiya jinê têkoşîn da. Rêber Apo di şexsê dayikan de şoreş nirxand û bi her kesî da naskirin. Şoreşa bi pêşengiya Rêber Apo û jina azad bi rê ket, her ku diçe bi ser dikeve. Rêber Apo ji bo jinê ji bin sîstema desthilatdar xelas bike, bi her awayî û di her deme de, li hemberî zor û zehmetiya desthilatdaran têkoşîn û berxwedan da meşnadin, jin kir pêşeng û xwedan rol di nav civaka Kurdistanê de.

Îro li her devereke Kurdistanê û di hemû qadên, ev yek jî di şexsê Sara, Şîlan, Arîn û Rêvanan de hatiye îsbatkirin. Ew jî hemû bi saya fikir û ramanên Rêber Apo pêkhat. Ji ber vê yekê wek malbatên şehîdan bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo bê deng nemînin, li dijî desthilatdariyê bi helwest bin û faşîzmê şermezar bikin. Faşizm li gorî desthilatdariya xwe dixwaze hemû fikrên azad tune bike û jinê careke din ji jineke azade bike jineke kole. Lê em jin hemû xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin û tu carî em ê rê nedin ku desthilatdar xeyalên xwe pêk bînin.

Jiyana me wek jinên malbatên şehîdan û jinên Apoçî wê li gorî jiyana Rêber Apo û zanista Rêber Apo bê, wê jiyana me di her demê de bi wate bê. Pêwiste di vê demê de bêhtir kar û xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo bin. Jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye. Hêvî û xeyalên me ew in ku em bi Rêber Apo re azad bijîn û azad kar bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn