Daxwazên gel ên ji bo avakirina yekîtiya Kurd

Şêniyên Dêrikê gotin: “Hindek kesayet an jî partî yên ku beşdarî lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nabin tu mafên wan tune ye ku bi navê gelê Kurd biaxivin. Kolana Kurd û dîrok dê her kesê yan jî aliyê ku beşdarî lidarketina kongreyê nebe lanet bike, wek xayînê gel û doza xwe bihesibîne.”

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hewldanên xwe ji bo lidarxistina konferansa yekîtiya aliyên Kurd didomîne.

Şêniyên Dêrikê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Pir giring û pêwîste ku konferansa yekîtiya Kurd bê lidarxistin.” Her wiha bang li partiyên siyasî kirin ku bi erkên xwe rabin û li gorî berpirsyariyên dîrokî tevbigerin.

‘Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêwîstiyeke lezgîn e’

Şêniyê bi navê Ebdulrehîm Mihemed  got: "Dijminên gelê kurd tevahiya rêbazan bi kar anîn da ku destkeftiyên ku bi saya keda şehîdan di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin têk bibin. Lewra lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê deme, di pêvajoya dîrokî û hesas de ku em tê re derbas dibin,  pêwîstiyek lezgîn e da ku nêrîn bibin yek."

Mihemed wiha domand: "Lidarketina kongreyê erkeke û ji kesayetên siyasî yên serbixwe û saziyan tê xwestin. Da ku rola xwe ya dîrokî di lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de bilîzin."

Di dawiya gotinên xwe de Mihemed helwestên partî û kesayetên  ku lidarxistina kongreyê asteng dikin diyar kir û wiha pê de çû: “Hindek kesayetên ku di hemêza dijminê de ne, bi navê partiyan diaxivin. Ew nikarin doza Kurd çareser bikin, azadî û jiyana bi rûmet ji gelê xwe re peyda bikin. Ji ber ku ew li gorî plana Tirkiyê di berovajîkirina doza Kurd û mafên wî yên rewa de kar dikin.”

‘Her partiyek û rêxistinek ku beşdarî kongreyê nebe mafê wî tuneye ku bi navê gelê Kurd biaxive’

Şêniyê bi navê Sahib Osman diyar kir ku ji ber hedefgirtina Tirkiyê herêm, çiyayên Kurdistanê bi giştî û gefên wê yên li ser Rojava lidarxistina, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi lez pêwîst dike.”

Osman wiha domand: "Ji gelê Kurd tê xwestin ku zextê li partiyên siyasî bikin da ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Her partiyek an jî rêxistinek ku beşdarî lidarketina kongreyê nebe, tu mafê wî tune ye ku bi navê gelê Kurd û yekîtiya wî biaxive. Divê partiyên ku beşdarî kongreyê nabin bên teşhîrkirin. Ji ber ku gelê Kurd banga yekbûna nêrina kurdî dike da ku bibe lêvegera rewa ya parastina wan di qaden navdewletî dike. Ji ber wê divê hemû partiyen kurdî vê bangê bi cih bînin."

‘Divê nakokî û berjewendiyên kesayetî bidin aliyekî û ji bo doza Kurd xebat bikin’

Şêniya bi navê Dîlber Elî bang li partityên siyasî kir ku nakokî û berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin aliyekî û ji bo pêkanîna armanc û berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.

Dîlber di dawî de wiha got: “Kolana Kurd û dîrok dê her kesê yan jî aliyê ku beşdarî lidarketina kongreyê nebe lanet bike, wek xayînê gel û doza xwe bihesibîne.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din