'Daxuyaniya Astanayê dijminahiya ‘dewletên garantor’ ji projeya demokratîk re nîşan dide'

Şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Xeyas Neyise destnîşan kir ku daxuyaniya ji civîna Astanayê ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê, asta diminahiya van dewletan ji projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser re nîşan dide.

Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê duh ji bo nîqaşkirina berjewendiyên xwe û destwerdana li kar û barên Sûriyê, bi rêya înternetê civînek li dar xist. Piştî bidawîbûna civînê her sê aliyan daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de tekez kirin ku ew hewl didin koordînasyona di çarçoveya lihevkirinên Astanayê de xurt bikin.

Têkildarî daxuyaniya hevbeş a her sê dewletan, muxalîf û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Xeyas Neyise ji ANHA’yê re wiha got: "Ev her sê dewletên ku civîn li dar xistiye ku destwerdana leşkerî li Sûriyê dikin, dikevin çarçoveya têkiliyên ku wan bi hev ve girê dide. Civînên wan serokan wek encameke hewldanên wan ên rêvebirina şerê di navbera wan de li Sûriyê û li ser asta herêmî, her wiha ew şêwazekî birêxistinkirina berjewendiyên wan aliyan e.

Neyise diyar kir ku ev civîn di demekê de ku cezayên Amerîkayê li dijî Îranê zêde dibin û Qanûna Qeyser ketiye meriyetê û zêdekirina derbeyên Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê li Sûriyê ku li gorî Îsraîlê Îran hewl dide hebûna xwe ya leşkerî xurt bike, hate lidarxistin.

'BEROVAJÎ PÊŞBÎNIYAN, QEYSER RÊ LI PÊŞIYA GEŞKIRINA ABORIYA TIRKIYÊ VEDIKE'

Girêdayî daxuyaniya sêalî ya der barê Qanûna Qeyser de, Xeyas Neyise destnîşan kir ku cezayên li ser Îranê û Qanûna Qeyser dê ji zexta li ser rejîmê û azarên gelê Sûriyê zêde bike. Her wiha berovajî ku her kes pêşbîn dike dê rê bide geşkirina aboriya Tirkiyê ku êdî bandorên aloziya bi salan lê xuya dikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku dewleta Tirk ku endameke sereke ya NATO`yê ye û hevalbendeke mezin a Amerîkayê ye, dê ji nêzbûna cografîk ji Îran û Sûriyê sûdê bigire û kel û pelên xwe bişîne wan dewletên ku di bin cezayan û dorpêçê de mane.”

Şîrovekarê siyasî yê Sûriyê di axaftina xwe de bikaranîna Tirkiyê ji cezayên Amerîkayê li ser Iraqê bi bîr xist û wiha  got: "Divê em bînin bîra xwe ku çawa aboriya Tirkiyê sûd ji dorpêça Amerîkayê li dijî Iraqê ya 12 salan di salên 90`î yên sedsala dawîn de, girt. Daxuyaniya hevbeş a civînê jî îşaretê bi vê yekê dike ku di daxuyaniyê de cezayên Amerîkayê hatin redkirin.”

'DIJMINAHIYEKE HEVBEŞ A DIYAR LI DIJÎ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E'

Xeyas Neyise destnîşan kir ku bûyera girîng di vê civînê û di daxuyaniya ku jê derketiye de, ew ku cara yekê ye ku Rûsya, Îran û Tirkiyê bi rengekî eşkere û zelal redkirina û dijminahiya xwe ji projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tîne ziman û bi "aliyê ku veqetînê dixwaze" bi nav dike.

Her wiha da zanîn ku ev hewlesta hatiye eşkerekirin, başbûnê diyar nake û bi domdarî wiha got: "Berovajî axaftina van dewletan ku çareseriyên leşkerî li Sûriyê tune ne, niyeta wan a diminahî û destdirêjiya li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Eşkerekirina zelal a şer li dijî gelên me( bi giştî û bi taybet gelê Kurd) û projeya Rêveberiya Xweser di civîna Astanayê de, gelek nîşaneyên ku wê yekê tekez dikin derdikevin. Ji wan nîşaneyan diminahiya dewleta Tirk ji gelê Kurd û mafên wî yê rewa re, her wiha  dijminahiya berdewam li herêma Kudistanê bi beşdariya Îranê û destdirêjiyên li ser  bakurê Sûriyê.”

Siyasetmedarê Sûriyê bi bîr xist ku civînê hin tiştên din li qaşo "çareseriya siyasî li Sûriyê" zêde kir û wiha pê de çû: “Ew jî hiştina rejîma heyî, pêkanîna hin guhertinan di rejîmê de û parvekirinên li ser esasê tayîfî ye. Lê tiştê tekez ew e ku ji ber kiryarên dagirkeran û destwerdana van dewletan dorpêç û paşguhkirina gelê Sûriyê û hêzên demokratîk û hewldana dûrxistina wan ji mafê diyarkirina çarenûsê, zêde dibe.”

'JI BILÎ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TU ÇARE JI GELÊN SÛRIYÊ RE TUNE YE'

Neyise di berdewama axaftina xwe de behsa çareseriyên di qonaxa heyî de ji bo aloziya Sûriyê hatine pêşkêşkirin, kir û wiha da zanîn: "Di vê rewşê de, wekî gelên Sûriyê ji bilî projeya Rêveberiya Xweser tu çareyên me nema ne. Ji ber ku projeyeke welatparêziyê, civakî û demokratîk e. Hemû aliyên demokratîk ji bo avakirina civak û sîstemeke siyasî ya nû, dikarin xwe  bispêrin vê projeyê û bi pêş bixin. Bi taybetî ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser e û sîwana xwe ya siyasî jî Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) ye, di civîna Astanyê de bal li ser hat kişandin. Ev dewlet (Rûsya, Îran, Tirkiyê) dijminahiyeke eşkere li dijî vê projeyê nîşan didin. Divê hişyarî û baldarî  ji vê yekê hebe. Li aliyekî din jî, Amerîka dê tenê parastina berjewndiyê xwe bike û parastina projeyeke siyasî ya pêşverû nake, her wiha berjewendiyên hevalbenda xwe Tirkiyê zêdetir di ber çav re derbas dike. Tecrûbeyên vê dawiyê ev yek bi zelalî û bi rengekî trajedîk eşkere kir.”

Muxalîf û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Xeyas Neyise piştrast kir ku têkçûna projeya Rêveberiya Xweser tê wateya têkçûna tevgera demokratîk ya Sûriyê (bi temamî ne tenê tevgera kurdî) ku wê bi salan bandora vê yekê  û wiha dewam kir:"Her wiha tê wateya avêtina welatê me di nav pençên hêzên herêmî û navdewletî yên hov. Bi vê rengî dê li pêş me tenê rêyek bimîne, ew jî zêdekirina hêza aliyên demokratîk û aktîvkirina wan e. Ji bo derbaskirina zehmetiyan, pêwîstiya projeya Rêveberiya Xweser bi lihevhatin û xebatên hevbeş ên bi hêzên demokratîk re heye. Çarenûsa her du aliyan jî girêdayî hev e.

Xeyas Neyise wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pir astengî li pêş me hene, lewra ji bo avakirina sîstemeke siyasî û civakî ya nû divê hêzên demokratîk bi berfirehî bên komkirin û Rêveberiya Xweser bê pêşxistin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din