‘Darizandina DAIŞ`ê dozeke navneteweyî ye û divê çete li vir werin darizandin’

Endamê buroya siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa got: “Doza darzandina çeteyên DAIŞ`ê dozeke navneteweyî ye. Em bang dikin ku dadgeha navnetewî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sponseriya civaka navneteweyî were avakirin.”

Piştî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi hezaran çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin û QSD’ê jî gelek çete girtin. Di nava çeteyan de hemwelatiyên zêdetirî 50 dewletên biyanî jî hene. Heman demê de zêdetirî 70 hezar kesên ji malbatên çeteyan li kampa Holê dimînin. Lê heta niha ew dewlet wergirtin û darizandina hemwelatiyên xwe red dikin. Ev çete û malbatên wan li ser pişta Rêveberiya Xweser barin.

Aliyên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de bi israrin.  

Endamê buroya siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa ji ajansa me re axivî û wiha got: “Mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê  dozeke navneteweyî ye.”

Mûsa bang li dewletên cîhanê kir ku bi erka xwe rabin û hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î werbigrin.

Şêxmûs Mûsa îşaret bi girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî bi sponseriya civaka navneteweyî, Netewên Yekbûyî û pisporên navneteweyî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê kir û wiha got: “Da ku ev çete ji bo sûcên li dijî gelên Sûriyê kirine, bên cezakirin.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku bi erka xwe rabe û alîkariya Rêveberiya Xweser bike da ku giraniya mayîna çeteyên DAIŞ`yê yên li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, rabike.

Mûsa gotinên xwe wiha domand: “Piştî me li şûna hemû cîhanê şerê DAIŞ`ê kir û me DAIŞ têk bir, divê hemû cîhan jî li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`yê, bi erka xwe rabe."

Mûsa giringiya avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir û wiha got: "Di têkbirina rêxistina terorîst de, gelên me bi hezaran şehîd dan. Ji ber vê yekê di aliyê edaletê de divê dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Ji ber vê yekê em ji NY`ê û hemû rêxistinên navneteweyî dixwazin ku ji bo wefadariya ji keda şehîdan re, vê dadgehê ava bikin."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din