Darizandina çeteyên DAIŞ`ê.. di navbera paşguhkirin, fikar û hişyariyan de ye

Di demekê de ku têkildarî avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan nîqaşên bi hêzên navneteweyî re berdewam dikin, lêkolînerekî di warê terorîzma navneteweyî de hişyarî da ku girtîgeh û kamp bibin cihên terorê.

Di demên dawî de gelek civînên navneteweyî bi mijara darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên girtî û malbatên wan hatin lidarxistin, lê  tevî vê yekê pirsgirêka çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de û bi hezaran malbatên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna nehatiye çareserkirin.

28'ê Hezîrana borî, di navbera civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de civîneke bi beşdarbûna dewletên mezin ên têkildarî dosyaya Sûriyê de li paytexta Îtalya Romayê hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate birêvebirin.

Li gorî raporên çapemeniyê, dihat payîn ku di civînê de mijara têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bihata nîqaşkirin û mijara malbatên çeteyên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hatiba çareserkirin, lê çarçoveya civînê berfireh bû û wezîrên karên derve yên"Her heftên mezin" û "Koma biçûk" her wiha Tirkiye û Qeterê ku li Sûriyê û herêmê bi giştî bi rola xwe ya neynî tên naskirin, tev li bûn. Li gorî raporên navneteweyî, her du dewletên navborî piştgiriya rêxistinên terorîst kirine, di heman demê de dewleta Tirk hewl dide liv û tevgera navneteweyî ya bi armanca çareserkirina aloziyên li herêmê têk bibe, mînaka wê jî dosya alîkariyên mirovî ye.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî ji ajansa ANHA`yê re hejmara wan çete û malbatan eşkere kir û got: "Li girtîgehên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 12 hezar girtiyên çeteyên DAIŞ`ê hene ku ji zêdetirî 50 dewletên biyanî, Ewropa û Asyayê ne, her wiha ji dewletên erebî ne jî, di serî de Iraq, li kêleka van zêdetirî 70 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wan li kampan hene."

Şamî hişyariya li ser xeteriya hebûna van çete û malbatan da û da zanîn ku ev ne tenê xeteriyê li ser herêmên wan çêdikin, lê belê bandorê li ewlehî û aştiya cîhanê tevdî dikin, nexasim ku hejmareke mezin ji zarokan li wir hene û li ber destên dayikên xwe fêrî fikirê tundraw dibin.

'RAYEDARÊN NAVNETEWEYÎ XETERIYA VAN GIRTÎGEH Û KAMPAN HÎS KIRIN'

Têkildarî rola civaka navneteweyî Şamî ev nirxandin kir:  "Zêdetirî carekê me bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe. Gelek berpirsên navneteweyî hem bi awayekî fermî û hem ne fermî serdana girtîgeh û kampan kirin, bi çavên xwe rewşa wan girtiyan dîtin û xeteriya wan hîs kirin. Hejmareke baş xeteriya vê dosyayê nas kirin û gotin divê bi awayekî lezgîn were çareserkirin."

Ferhad Şamî îşaret pê kir ku dosya girtî û kampan ji girîntirîn dosyên ku DAIŞ`ê di hemleyên tehrîkkirin û biçekirina çeteyan û hewldana zindîkirina rêxistinê de xwe dispêre wan û diyar kir ku DAIŞ heta asteke mezin di daxwazên xwe yên tehrîkkirina li ser qetilkirin û terorê de sûdê ji wan kesan werdigire û hewl dide hêza xwe vegerîne da ku bigihêje wan an jî hewl bide bi hemû rêbazan wan xelas bike.

Şamî destnîşan kir ku her nezelabûneke di vê dosyayê de tenê DAIŞ'ê sûdê jî digre û wiha pê de çû: "Aqûbeta nezelal a DAIŞ'iyên hêvî dide şaneyên DAIŞ'ê da ku sûdê ji wan kesan bigirin û xwe bighînin wan. Lê dema ku aqûbeta wan were diyarkirin û têkildarî sûcên ku kirine hesab ji wan were xwestin û edalet ji qurbaniyan were pêkaîne, wê demê DAIŞ bê hêvî dibe û têkildarî sûdwergirtina ji vê dosyê dê careke din bi fikar bibe."

HIŞYARIYÊN JI ÇALAKIYÊN TERORÎ JI BO DERXISTINA ÇETEYÊN DI GIRTÎGEHAN DE

Tevî ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê çend salan şer kir, lê hîn jî çeteyên DAIŞ`ê hewl didin çalakiyên xwe aktîf bikin û di vê yekê de xwe dispêrin girtiyên xwe yên biyanî yên ku li gel QSD`ê gitî ne û yên li kampa Holê dimînin, ku xeternaktirîn kampên li cîhanê ye.

Beriya demekê berdevkê çeteyên DAIŞ'ê Ebû Hemze El-Qureşî peyameke bi deng bi rêya bernameya Telegramê ji çeteyên DAIŞ'ê yên li tevahî cîhanê re şand.

El-Qureşî peyam ji çeteyên biyanî yên di girtîgehên QSD`ê û hêzên Iraqê re şand û soza derxistina wan da. El-Qureşî her wiha soz da çeteyan ku yên dadmend û endamên dadweriyê bikujin, dê bên xelatkirin û pereyan bide wan.

Pisporê komên îslamî û terora navneteweyî Mistefa Emîn ba kişand ser xeteriya mayîna aloziya heyî bêyî çareseriyeke berçav û got: "Me gelek caran hişyariya vê yekê da. Di encama vê xeterî û xemsariyê de ev rêxistin li parêzgehên Iraq û Sûriyê berfireh bû.

Hîn jî têkiliyên piraniya yekîneyan bi van malbatan û kesên li girtîgehan re heye. Ez bawer im di qonxa bê de wê bi rêya çalakiyên terorî kesên sûcdar ji girtîgehên Sûriyê werin derxistin, wekî ku berê li Efganistanê qewimî.”

Emîn wiha axaftina xwe domand: "Di encamê de rewş xeter û bi girêk e, di heman demê de ev dever û nuqte wekî cihên destekdayîna DAIŞ`ê û şandina çeteyan dimînin. Ji ber ku zarokên li wan kampan ên ku temenê wan 10 sal bû, niha di navbera 12 û 14 saliyê de ne. Anku nifşekî ciwan heye ku li benda tevlêbûna ji refên DAIŞ`ê re ye, nexasim ku çareseriyeke rasteqîn ji fikirê tundraw re nehatiye dîtin, ev yek jî barên Rêveberiya Xweser û QSD`ê girantir dikin.”

'BANGAWAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ERÊNÎ NE, LÊ TENÊ TEORÎK IN'

Têkildarî cidiyeta bangawaziyên navneteweyî yên bi aramnca çareserkirina vê dosyayê, Ferhad Şamî got: "Bangawaziyên navneteweyî hene, nexasim ji çend dewletên di nava Koalîsyona Navneteweyî de. Hin caran helwestên komî derdikevin û ev ya herî girîng e, hin dewlet jî wekî Amerîka zextên ferdî dikin.”

Şamî teqez kir ku ev bang girîng in, nexasim ku bi nêrînên wan re li hev tên, ku divê sûcdar radestî dadgehê bên kirin, qurbanî bigihêjin edaletê û hesab ji sûcdaran were xwestin. Her wiha diyar kir ku tîmeke lêpirsînê ya NY`yî heye ku bi lêpirsîna sûcên ku DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê pêk anîne berpirsiyare û got xebat li wir dereng tê meşandin, lê girîng e.

Berpirs Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ev şîrove kir: “Tevî girîngiya bangawaziyan jî, lê belê di çarçoveya teorîk de dimînin, gelek caran bi derengî derdikevin holê û ne li gorî asta dozê ne. Em bawer in ku pêwîstiya dosyayê bi gavên cidîtir heye, hin dewlet nexasim ên ku welatiyan wan di nav girtiyan de ne, pir teng difikirin û ji ber ku ew kes niha li cem me girtî ne, xeteriya wan wekî gefeke muhtemel di pêşerojê de li ser hemwelatî û welatên xwe nabînin.”

Ferhad Şamî da zanîn ku hin dewletên din jî dixwazin welatiyên xwe yên sûcdar bi çi awayî be li derveyî welatên xwe bibînin, hin dewletên din jî doza welatiyên xwe yên girtî bandorê li siyaseta wan a hundirîn dike û dixwazin di hilbijartinan de sûdê ji vê dosyayê werbigirin û wiha pê de çû: "Ev kiryar ne exlaqî ne û dûrî mirovahiyê ne. Zirarê digihînin kar û xebatê ji bo têkbirina DAIŞ`ê û şaneyên wê yên terorîst. Her wiha dihêle pêşeroja vê dosyayê tarî be."

ÇARESERIYÊN FERDÎ, DOSYAYÊ BELAV DIKIN

Ferhad Şamî di dewama nixandina xwe de wiha got: "Dosyaya girtiyên DAIŞ`ê hemû civaka navneteweyî eleqedar dike, hin alî dixwazin bi awayekî ferdî nêzî vê dosyayê bibin anku her dewleteke ku welatiyên wê hene divê bi tena xwe tevbigire, lê ev yek şaş e. Divê dadgeheke taybet bi girtiyan hebe, nêzîkatiyên ferdî pirsgirêkê çareser nakin, lê belê dosyayê belav dikin û dihêle pasîv bimîne û bi wê yekê dê hemû qurbanî mafên xwe bi dest  nexin.”

HIN DEWLET JI EŞKEREKIRINA DOSYAYA TERORÎSTAN DITIRISIN

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Ferhad Şamî, hin dewlet tawanar kirin û wiha pê de çû: "Beriya civîna dawî ya Koalîsyona Navneteweyî bangawazî hebûn. Hin dewletên di koalîsyonê de zextê dikin da ku ev pirsgirêk were çareserkirin û DAIŞ were muhasebekirin. Lê hin dewletên din jî çavê xwe li vê pirsgirêkê girtine û hin dewlet jî ji eşkerekirina dosyaya terorîstên girtî ditirsin, mîna Tirkiyê ya ku sînor ji DAIŞ'ê re vekir û bi hemû awayan destek dan wan da ku bighêjin xaka Sûriyê, piştre desteka îstîxbaratî û leşkerî da wan.Her wiha çeteyên ku ji Baxozê reviyan hemwelatîbûn da wan û niha li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî dimînin."

Şamî îşaret pê kir ku heke dadgeheke navneteweyî bi beşdarbûna dadmendên pispor were avakirin, dê tu kes nikaribe destekdayîna Tirkiyê ji çeteyan re înkar bike û dê tevahî belgeyên destekdayînê werin eşkerkirin.

QSD'Ê PÊŞNIYARA AVAKIRINA DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ LI HERÊMÊ KIR, NÎQAŞ BERDEWAM IN

Ferhad Şamî navaroka nîqaşên wan bi hêzên navneteweyî re yên girêdayî vê mijarê eşkere kir û wiha got: "Me pêşniyar kir ku dadgeheke navneteweyî ya serbixwe li herêmên serweriya me were avakirin. Ev dadgeh hesabxwestineke adil ji bo endamên DAIŞ'ê misoger bike û parastina qurbaniyan bike. Bi vê yekê dê aştiya navxweyî were parastin ku bingeha her serkeftinekê di çareserkirina vê dozê de ye. "

Şamî her wiha daxuyand ku dema li vir dadgeh were avakirina dê hemû qurbanî tev li rûniştinan bibin û delîl û belge bi awayekî ewle werin nîşandan û wiha lê zêde kir: “Heta ku dadgeh were avakirin divê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastineke navneteweyî hebe û herêmê ji êrişên muhteml, her wiha delîl û qurbaniyan jî biparêze û dûrî destwerdanên derve edaletê misoger bike. “

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD`ê da zanîn ku bi rêya nîqaş û hevdîtinên bi hevkarên wan re, karîn gelek aliyan îqna bikin ku piştgiriyê bidin vê pêşniyarê. Şamî got kulihevkirineke giştî heye ku divê makanîzmeyeke qanûnî ya guncaw ji bo çareserkirina vê dosyayê were dîtin, lê heta niha têkildarî vê yekê lihevkirineke dawî tune ye.

Der barê plansaziya QSD`ê Şamî ev tişt gotin: "Dadgeha Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya demekê dest bi dadgehkirina DAIŞ`iyên sûrî kir, em bawer in ku derengxistina çareserkirina dosyaya girtiyên ji nasnameyên biyanî dê aliyên berpirsyar neçar bike ku wan li gorî qanûnên herêmê darizîne."

Şamî îşaret pê kir ku dosyaya girtiyên DAIŞ`Î, ne dozeke ferdî ye lê belê dozeke navneteweyî û giştî ye û diyar kir ku çareseriya derkeve holê divê li gorî vê rastiyê be ku çeteyan li ser bingeha fikirê tundraw li dijî civakan sûc kirine.

STRATEJIYA NAVDEWLETî NE ZELAL E

Pisporê Kar û Barên Komên Îslamî û Terora Navneteweyî Mistefa Emîn têkildarî bêcidiyeta civaka navneteweyî di mijara dadgehkirina DAIŞ`iyan de ev nirxandin kir:"Bêcidiyeta civaka navneteweyî ya der barê çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan de, vedigere tunebûna nêrîn û stratejiyeke zelal ji bo vê doza bigirêk re ku êdî bi mezinbûna DAIŞ`ê re mezin dibe, li erdnîgariyên nû bi cih dibe û şaneyên nû hema bêje li seranserê xaka Iraqê û bi rêjeyke mezin li bakurê Sûriyê belav dibin. Her wiha êdî li dijî hêzên Iraqê, QSD`ê û hêzên hikumeta Sûriyuê çalakiyên diyar li dar dixin.”

Mistefa Emîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Doza malbat û girtiyên DAIŞ`î yên li cem QSD`ê wekî dozeke ku dibe di pêşerojê de ji ber bandorên kareset wê çêbibe, nehate dîtin. Lê belê wekî çareseriyeke demkî heta ku di pêşerojê de çareseriyeke din jê re were dîtin, hesibandin. Ji lew re bi alozbûna pirsgirêkê re û mayîna bermahiyên rêxistina DAIŞ`ê li kamp û girtîgehan û van malbatan, ev pirsgirêk hîn zêdetir bi girêk û xeter bû. Heta dibe ku bibe sedem ku hin çete û şane karên xwe û tevlêbûna ji DAIŞ`ê re berdewam bikin. Ji ber ku ev malbat berî her tiştî ji wan re girîng e, malbatên wan in û ji ber wê hewl didin plan û makanîzeyan ji bo derxistina wan deynin."

AMERÎKA VEKIŞIYA Û REWŞA EWRUPAYÊ ALOZ E, GELO DÊ KÎ BERPIRSYARIYÊ RAKE?

Têkildarî binketina civînên navneteweyî, Emîn ev şîrove kir: "Civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li Îtalyayê bêhtir behsa mekanîzmeyên nû ên der barê çareserkirina pirsgirêka malbatê DAIŞ`ê û çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de kir, Koalîsyona Navneteweyî hîn jî daxuyaniyên vala diweşîne, lê di pratîkê de tiştekî wiha tune ye.

Koalîsyona Navneteweyî dikare careke din hêza xwe ya leşkerî vegerîne û di têkbirina bermahiyên terorê de piştgiriyeke eşkere bide QSD`ê.”

Emîn bal kişand ser wê yekê ku Koalîsyona Navneteweyî dikare gelek tiştan bike û wiha domand: "Lê nake, tişta zêde diyar ew e ku dewletên beşdar bûne hesabê lêçûna pereyan dikin ku ew ê kî vê lêçûna pereyên mezin rake. Gelo DYA`yê ya ku ji Rojhilata Navîn vedikişe yan jî YE`yê ku zehemttiya pirsgirêk û aloziyên darayî dikişîne."

ÇARESERIYEKE LEZGÎN AN KARESATÊN DÊ !

Der barê baştirîn çareserî de pispor Mistefa Emîn ev nêrîn parve kir: "Destpêkê, avakirina dadgeheke navneteweyî ku ji aliyê dewletên rojavayî ve û bi hevakriya dewletên herêmê yên bi vê dosyê ve aleqeder in mekanîzmeya wê were danîn, werin dadgehkirin û her kesê mehkum vegere welatê xwe. Ya duyemîn jî li hundirê Sûriyê û Iraqê dadgehên taybet werin avakirin da ku kesên destên wan di van kiryaran de heye werin cezakirin. Ya sêyemîn, zarok û jinên ku tev li bûyerên kuştinê û tirsandinê nebûne ji nû ve werin amadekirin û careke din li dewletên xwe tev li jiyana sivîlane bibin."  

Emîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Derveyî barê sûriyan divê Rêveberiya Xweser ti barên din raneke û lêçûna van welatiyan divê hêzên rojavayî, herêmî û civaka navneteweyî bi giştî pê rabe. Berpisyariyeke mezin ji hêzên navneteweyî tê xwestin divê pê rabe û vê parçebûna mirovî ku wekî hêzdayîna manewî ya ji çeteyên DAIŞ`ê re tê dîtin, bi dawî bike. Divê tavilê ev yek bi dawî bibe, ger wiha nebe em ê bi karesatên din re rû bi rû bimînin. Ez bawer im em di halê hazir de bandorên wê dibînin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din