Danûstandinên bazirganiya Amerîka-Çîn wê careke din werin destpêkirin

Wezareta Bazirganiya Çînê îro ragihand ku şandeyên Çînê û Amerîkayê dê li Washington destpêka Cotmehê danûstandinên nû lidar bixin.

Dihat payîn ku danûstandin  di vê mehê de bihatana lidarxistin, lê piştî her du welatan destpêka vê mehê gumrkên nû dan sepandin, lewra taloqî meha bê bû.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ku di AFP`ê de hatibû weşandin, ragihand ku dîplomatekî payebilind ê  Çînê "Leo Hee"hevdîtin bi nunerê bazirganiya Amerîkayê Robert Lighthizer  û bi Wezîrê Gencîneyê Steve Mnuchin çêkirine.

Daxuyanî wiha dewam dike: “Her du aliyan der barê gera 13`mîn a şêwirmendiyên têkildarî aborî û bazirganiyên di asteke bilind de yên di navbera Çîn û DYA`yê de û parastina peywendiyan lihev kirine."

Di gera dawîn a dan û standinên dualî yên ku di dawiya Tîrmehê de li Shanghai bi rê çû, her du welatan der barê civîneke nû ku dê li DYA`yê di vê mehê de were lidarxistin li hev kirin. Dema civîna dualî hêj nediyar e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê Çîn têkildarî paşxistina danûstandinên bazirganiyê û şertê ku hilbijartin neyê dubarekirina di 2020`an de hişyar kiribû.

Çîn û DYA`yê ji sala derbasbûyî ve danûstandinên bazirganî di nav wan de hene, di nav de ferzkirina gumrikê li ser kel û pelên buhaya wan zêdetirî 360 milyar dolarî ye.

Di G20 a ku li Oskana bi rê ve çû, serokê Amerîkayê Donad Trump û hevpîşeyê xwe yê Çînê Shi Jinping têkildarî danûstandinên bazirganiyê li hev kirin.

Di 23`yê Tebaxê Pekîn bersiv da û gumrik li ser hinardeyên Amerîkayê bi nirxê 75 milyar dolarî ferz kir û ji 1`ê Îlonê de kete meriyetê de.

Amerîkayê bersivê vê yekê da û gumrikên ku destpêka Tebaxê ragihandibû ji sedî 10 kir ji sedî 15.

(eh)


Mijarên Din