Danûstandinên avakirina hikumeta Îsraîlê têk çû

Diyalogên di navbera serokê partiya Likud Benjamin Netanyahu û  serokê partiya Şîn-Spî Benny Gantz ên bi armanca avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê têk çû.

Kanala 13‘an a Îsraîlê ragihand, partiya Likud ji hinek lihevkirinan bi partiya Gantz re paşde vekişiya, ji ber vê yekê danûstandinên di navbera her du de ( partiyan Likud û Şîn-Spî) têk çûn û dibe jî rawestîne.

Kanalê, ragihand ku Netanyahu ji ber zexta tevgera rastgir ya Îsraîlê ji biryara dayîna erkên dadgeha Îsraîlê ya Bilind û dadgehên bilind  ji bo general Gantz paşde vekişiye. Ji ber vê yekê tîma danûstandinê ya Gantz beriya çend saetan ji îmzekirina peymana avakirina hikumetê  ji danûstandinan vekişiya.

Kanalê destnîşan kir ku Gantz, partiya Likud bi vekişîna ji danûstandinan tewanbar kir. ev tê wateya ku peymana hevkariyê di hikumetê de nehat mohrkirin û wê danûstandin heya cejna Baskalya werin paşdexistin a ku sibe çarşemê li welêt li dar dikeve.

(şx)


Mijarên Din