Danîna berakeyên belavkirina nan zehmetiyên şêniyan kêm dike

Şêniyên bajarê Qamişloyê îşaret bi xebatên Rêveberiya Xweser ên çareserkirina pirsgirêka nan kir û got danîna berakeyên belavkirina nan gaveke baş e.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li bajarê Qamişloyê şênî di peydakirina nan û nebaşbûna wê de zehmetiyan dikişandin.

Ji ber wê jî Rêveberiya Xeweser gelek tedbîr girt. Ji wan gerên li ser firneyan bi rêxistin kirin û miqdarê ard ji bo firneyan zêde kir. Her wiha rêveberiya firneyan a herêma Cizîrê 13 berakeyê belavkirina nan li taxên bajarê Qamişloyê danîn.

Şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi xebatên Rêveberiya Xweser û saziyên pêwendîdar ên ji bo çareserkirina pirsgirêka nan kir.

Welatiya bi navê Xalîde El-Nezal diyar kir ku danîna berakeyan li her taxekê gaveke baş e û wiha got: "Hejmara firneyan kêm e. Gelek ji şêniyan nikarin nan ji malbatên xwe re peyda bikin. Me zehmetî di peydakirina nan û miqdarê me dixwest de, didît."

Xalîde El-Nezal destnîşan kir ku ev roja 3`yemîn ku nan ji berakeyan digire, wekî berê zehmetiyan nabînin û nan di her demê de tê peydakirin.

REBTEYEK NAN BI 125 LÎREYÊN SÛRIYÊ YE

Xalîde El-Nezal got, nan ji berê baştir bûye û wiha pê de çû: "Nan niha ji berê baştir bûye. Buhayê wê jî baş e. Her yek rebte nan bi 125 lîreyên Sûriyê ye."

Îbrahîm Mehmûd jî piştrast kir ku danîna berakeyan gaveke pir baş e û wiha axivî: "Gavên bi vî awayî xizmeta welatiyan dike û alîkariya wan di peydakirian pêdiviyên rojane de wekî nan, dike. Beriya ku berakeyan deynin rojek bi temamî ji bo peydakirina rebteyek nan derbas dikir. Niha nan ji berê baştir bûye."

Di dawiyê de Îbrahîm Mehmûd spasiya aliyên pêwendîdar kir ku aloziya nan çareser kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din