Daneyên dawî yên Covid-19 li Tirkiyê

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 27 kesên din jî ji ber şewba Koronavîrusê mirin û 961 kesên din jî bi şewbê ketine

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên Koronavîrusê (Covid-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir

Li gor daneyan, di 24 saetên dawî de li Tirkyê 961 kesên din jî bi şewbê ketine û 27 kesên din jî mirin.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 153 hezar û 548 û hejmara kesên heya niha mirine jî bû 4 hezar û 249.


Mijarên Din