​​​​​​​Daneyên dawî derbarê Covid-19  de li DYA û Franasyê

Hejmara miriyên ji ber koronavîrusê li Fransa û DYA`yê zêde bû. Li DYA`yê bi tenê zêdetirî 90 hezar kes mirin.

Li Fransa jî di rojekê de 483 kes ji ber koronavîrusê mirin.

Rêveberiya giştî ya karûbarên tenduristî ya Fransa bibîr xist ku ji ber koronavîrusê di 24 saetên dawîn de 483 kes mirin. Bi vê yekê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine gihaşt 28 hezar û 108 kesan di nav de 17 hezar û 466 kes di nexweşxaneyan de mirin û 10 hezar û 642 kes jî li malên mezinan mirin.

Fransa ji aliyên hejmarên miriyan ji ber koronavîrusê wek dewleta çaran li ser asta cîhanê tê hesibandin û li gorî hejmara nexweşan dewletan heftan.

Vê êvarê hejmara miriyan ji ber koronavîrusê li DYA`yê 90 hezar mirî derbas kir.

DYA`yê li gorî hejmara miriyan li ser asta cîhanê wek dewleta yekem tê hesibandin.

(şx)

 


Mijarên Din