DAIŞ xizmeta Îslamê nake, ew xizmeta dewleta Tirk dike

Şêniyên Kobanê yên ku DAIŞ’ê bi navê Îslamê komkujî li ser wan meşandin gotin: “DAIŞ nûnertiya Îslamê nake û nikare nûnertiya oleke din jî bike. DAIŞ ser gelek projeyên din dixebite, ku xizmeta hikumetan dike. Di serî de hikumeta Tirkiyê. Ev yek ji bo DAIŞ’ê sedema yekemîn a xwîn rijandinê ye.”

Sivîlên ji Sûriyê û taybet Kurdên li herêmên bakurê welêt rastî êrîş û komkujiyan terorîstên DAIŞ’ê hatin. Rêxistinên tarî yên wek DAIŞ’ê ku xizmeta sîstemên desthilatdar dikin, xwestin îrade û şoreşa gelan binax bikin.

Di şerê Sûriyê de, welat rastî gelek komkujiyan hat. Di encama wê de bi hezaran sivîl bûn qûrbaniyên aloziya netewî û olî. Hinek ji van komkujiyan, komkujiya El-Holê, komkujiya Şihêtat û komkujiya Kobanê ne.

Komkujiya Kobanê di 25`ê Hezîrana sala 2015`an de pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyê komkujiya Kobanê pêk anî û di encam de zêdetirî 242 sivîlên ji bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê hatin qetilkirin. Vê komkujiyê raya giştî ya herêmî û cîhanî hejand.

Dayîk, zarok û heta temen mezinan di yek ji rojên meha Remezanê bi guleyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin. DAIŞ`ê mîna bersivekê serkeftina Kobanê. Ji ber ku li Kobanê pişta wan şikest.

Bi hinceta pêkanîna şerietê û belavkirina Îslamê, DAIŞ`ê bi hezaran gelê Sûriyê û Îraqê qetil kirin. Şûnwarên dîrokî rûxandin û goristan xirab kirin.

Şêx Mehmûd Osman serokê Meclisa Şora ya herêma Firatê wiha got: "DAIŞ`ê hewl da rûyê Îslamê reş bike. Lê ola me ser rehmê û hezkirinê ava bûye. Em nûnertiya Îslamê dikin. Vaye mizgeftên me bi salan e banga tekbîran dike."

Şêx Mehmûd Osman destnîşan kir ku DAIŞ nûnertiya Îslamê nake û nikare nûnertiya oleke din bike û wiha got: "DAIŞ ser gelek projeyên din dixebite, ku xizmeta hikumetan dike. Di serî de hikumeta Tirkiyê. Ev yek ji bo DAIŞ’ê sedema yekemîn a xwîn rijandinê ye.”

Rojan e hezaran Kurdên li bajêr, nimêjê li gelek mizgeftên li bajêr dikin. Ew bi ola ku ser rêgezan ava bûye girêdayîne, DAIŞ jî nikare rûyê Îslama ku gel jê bawer dike, xerab bike.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din