DAIŞ`ê teqîna li Qamişlo anî ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê teqîna îro li bajarê Qamişlo rû dabû girt ser xwe, ku di encamê de endamekî  Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û du din jî birîndar bûn.

Îro li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqîn bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat. Di teqînê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û du jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ`ê êrîş girt ser xwe.

Teqîn saet 08:35‘an li taxa Erbewiyê li nêzî dibistanekê pêk hat.

Ev teqîn di dema hişyariyên vegera DAIŞ`ê pêk hat. Li gel van hişyariyan jî gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji hêla QSD`ê ve ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin didomin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din