DAIŞ'ê êrîşî Tîkrîtê kir

Duh bi şev çeteyên DAÎŞ'ê êrîşê bajarê Tîkrîtê yê Iraqê êrîş kir. Di encama wê de 5 endam ji ji artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî hatin kuştin.

Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê didomin. Çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya niha li Kerkûkê, Daqoqê, Xurmatû, Celawla û Diyalayê êrîş kirin, duh bi şev li Tîkrîtê êrîşî artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî kirin. Êrîş li herêma Mikeşife ya li başûrê Tîkrîtê pêk hat û di encama wê de 5 endamên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hatin kuştin.

Li Diyalayê xefika bombeyî

Li bajarê Şareban ê Diyalayê jî bombeya ku li rê hatibû bicihkirin teqiya. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat.

Ji bo di dema bîranînên Aşûreyê de ku her sal meha Mûharemê tên kirin êrîş rû nedin, tedbîrên ewlekariyê hatin xurtkirin. Bi vê armancê gelek leşker û polîs ji çar bajaran re hatin şandin.

Li gorî biryara Fermandariya Operasyonên Firatê ya Navîn, li bajarên Babîl, Kerbela, Necef û Dîvaniye yên Iraqê kontrol tên mezinkirin.


Mijarên Din