​​​​​​​DAIŞ êrişên xwe li herêmê zêde dike…lêkolîner jî dibînin ku divê şaştiyên berê dubare nebin

Di demên dawî de rêxistina terorîst "DAIŞ", êrişên xwe li Sûriye, Îraq û Misirê zêde kir. Lêkolîner û pispor dibêjin ku divê girîngiyê bidin şerê li dijî bermajiyên DAIŞ`ê û divê tevgereke navneteweyî ya hevbeş hebe.

Çeteyên DAIŞ`ê di meha borî de ji gelek factoran sûd wergirtin û êrişên xwe li dijî hêzên ewlekariyê û saziyên dewletê li Sûriye, Îraqê û Misirê zêde kirin. piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di Adara 2019`an de li Baxozê ya li gundewarên Dêrazorê hatin tunekirin, niha şaneyên razayî li Îraqê û Sûriyê ji nûve aktîv dibin.

DAIŞ ÊRIŞÊN XWE LI SÛRIYÊ Û ÎRAQÊ ZÊDE DIKE

DAIŞ`ê li Îraqê gelek faktor bi kar anîn. Ji wan faktoran vekişandina hêzên Amerîkayê ji gelek baregehan û parçebûna siyasî li welat a ji ber şerê Amerîka-Îranê û belavbûna Koronavîrusê ku hêzên Îraqê neçar kir ku qedexeyê ferz bikin da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigirin, ku vê yekê derfeta hêzên ewlekariyê yên belavbûyî di têkoşîna li dijî êrişên DAIŞ`ê de, lawaz kir.

Li gorî raporên îstixbaratên Amerîkayê, di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezar çeteyên DAIŞ`ê hîna li Îraqê kar dikin. Berpirsên îstixbaratê dibêjin ku 500 çeteyên din li Bexdayê hene ku vê dawiyê di sînorê Sûriye re derbasî welêt bûn e.

Tevî ku hikumeta Îraqê di Kanûna 2017`an serkeftina li dijî DAIŞ`ê ragihand jî, lê belê bermahiyên DAIŞ`ê careke din dest bi tektîkên êrişê yên berê kir. Li dijî hêzên ewlekariyê kemîn, çalakiyên revandinê û bidarvekirin pêk anîn. Her wiha li dijî şêniyên gundan şantaj bi kar anîn da ku pereyan ji wan bistînin.

Di rojên dawî de bi awayekî berbiçav çalakiyên DAIŞ`ê li Îraqê zêde bûn. Çeteyan êriş birin ser hêzên ewlekariya Îraqê yên li parêzgeha Selaheldîn û 10 endamên wan kuştin. Piştî têkçûna DAIŞ`ê, ew êrişa herî mezin bû ku li Îraqê pêk anî.

Tevî ku hêzên ewlekariya Îraqê çalakiyên xwe li dijî bermahiyên DAIŞ`ê li herêmên xizan û dûr zêde kir jî, lê belê Heşdî Şebî ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî gelek nuqteyên li parêzgehên Selaheddîn, Kerkûk û bajarokê Ceref ê li rojavayê Bexdayê, êrişên nû pêk anîne.

Li Sûriyê jî çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Tedmur û Dêrazorê li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê de, hene. DAIŞ`ê li dijî hêzên rejîmê û bi awayekî plankirî gelek êriş pêk anî. Heke ne ji destwerdana balafirên Rûsyayê bûya dê çeteyan bajarokekî li herêmê jî bi dest bixista. Her wiha şaneyên DAIŞ`ê yên razayî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nûve aktîf bûn û ev yek hemwextî gelek çalakiyên tevlîheviyê li girtîgehên li herêmê ku çete tê de girtîne, pêk hat.

Berpirsên hikumî û lêkolîneran der barê zêdebûna xeteriya komên terorîst li gel mijulbûna welatên cîhanê bi têkoşîna li dijî şewba Koronayê re, hişyarî dan.

SEDEMÊN AKTÎVBÛNA DAIS`Ê VÊ DAWIYÊ

Li ser mijarê, rêvebera navenda navdewletî ya  lêkolînkirina radîkalbûnê DR. Anne Catherine Spechard wiha ji ajansa me re  da zanîn: "Dema ku hêzên Amerîkayê di payîza 2019`an de ji Sûriyê vekişîn, DAIŞ bi awayekî berbiçav aktîv bû û gelek êriş pêk anî. Her wiha behsa tevlîheviyên girtiyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, hat kirin.

Catherine Spechard behsa rewşa tevlîheviyê ku çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdixe kir û wiha got: "Dema ku cara yekê DAIŞ li Îraqê di bin navê "Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê" de ava bû, wî demê girtiyên cîhadîst gelek hewldanên revê pêk anîn. Zêdebûna hejmara çeteyên DAIŞ`ê derfet da wan ku vê yekê pêk bînin, ew niha jî hewl didin heman tiştî bikin."

JI BER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ KIRYARÊN DAIŞÊ ZÊDE BÛN

DR. Anne Catherine Spechard, di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, neîstiqrar û êrişên DAIŞ`ê li herêmê zêde  kir. Her wiha xebatên QSD`ê yên parastina girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne asteng kir. Diviyabû ku QSD`ê derfetên xwe ji bo şerê li dijî çeteyên girêdayî Tirkiyê, bi kar bîne.

DR. Anne Catherine Spechard wiha pê de çû: "Hêzên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, kampa Eyn Îsayê topbaran kir û li ser wê yekê gelek kiryarên revê pêk hatin. Her wiha  dewleta Tirk wê demê girtîgeha Dêrikê hedef girt û ji bo pêşîgirtina xeteriyên derketina girtiyan û derbasbûna herêmên sivîlan QDS`ê neçar kir ku girtîgehê bigire. Ji ber topbarana Tirkiyê zerar gihîşt girtîgeheke li Qamişloyê jî."

Rêvebera navenda navdewletî ya  lêkolînkirina radîkalbûnê Ann Spicard daxuaynd ku li hemû herêmên ku Hêzên Sûriya Demokartîk QSD`ê tê de ye, tevî ku êrişên DAIŞ`ê jî li wan herêman pêk dihatin lê belê di dema hebûna hêzên Amerîkayê de di aramiyê de bûn. Lê belê niha êrişêna DAIŞ`ê bi rêjeyeke mezin zêde bûne. Lewra em  dizanin ku vekişandina  hêzên Amerîkayê û dagirkirina dewleta Tirk, hêza hevlabendên me di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de lawaz kir û aramiya herêmê têk bir. Her wiha daggirkirina Tirkiyê ji herêmê re, xebatên QSD`ê asteng dike."

DR. Anne Catherine Spechard wiha axaftina xwe dewam kir: "Di demên dawî de  endamên DAIŞ`ê di girtîgehên QSD`ê de tevlîhevî derxistin. Dibe ku ev yek ji ber belavbûna  Koronavîrusê jî pêk hatibe, ji ber ku girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne, tijî bûn."

Her wiha tekez kir ku di dema niha de pêwîstî bi avakirina girtîgehên baştir û biewletir heye. Ji bo erkdarkirina karmendên ku fonên baş bistînin (ku bertîlê nestînin) pêwîstî bi fînansekirinê heye. Her wiha  pêdivî bi alavên xweparastina ji vîrusa (covid-19) hene ku tê texmînkirin li girtîgehên dagirtî belav bûbe.

DR. Anne Catherine Spechard der barê rewşa Îraqê de jî wiha diyar kir: "Xuya ye ku DAIŞ di aliyê hejmarê û hêzê de, zêde dibe. Divê em binêrin ka kêmbûna hêzên Amerîkayê dê çiqasî bandorê li zêdebûna çalakiyên DAIŞ`ê li wê welatî bike."

DIVÊ GIRÎNGIYA BIDIN AKTÎVBÛNA DAIŞ`Ê

Ann Spicard di dawiya axaftina xwe de got divê girîngiyê dibin rêxistina DAIŞ`ê û komên terorîst ku lawazbûna Amerîkayê ya ji ber Koronavîrusê, bi kar tînin. Dibe ku ew  rêxistinên terorîst êrişên nû li Sûriyê û Îraqê pêk bînin. Dîsa li van welatan gelek zehmetî li pêş me hene. Divê em wekî berê hêza DAIŞ`ê paşguh nekin, ku ji ber wê yekê ji nişkive wekî hêzeke herêmî ku banga xîlafetê dike derket. Divê em nehêlin ev yek dubare bibe."

Lİ MİSİRÊ KİRYARÊN TERORÊ ZÊDE DİBİN

Li Misrê,  di 4 mehên destpêka îsal de kiryarên terorê zêde bûn, li aliyekî din jî çalakiyên artêşa Misrê li dijî wan li bakurê Sînayê zêde bûn.

Di 9’ê Sibatê de çeteyan êrişî nuqteya ewlekariyê ya li bakurê Sînayê kir û di encamê de erebeyeke çeteyan hat rûxandin û 10 çete hatin kuştin û 2 efser û 5 leşkerên artêşa Misrê birîndar bûn.

Di 15’ê Nîsanê de li herêma Emîriyê ya rojhilatê Qahîreyê, 4 saetan bê navber di navbera hêzên ewlekariya Misrê û şaneya terorî de şer derket. Bi wê re Wezareta Karên Hundirîn a Misrê ragihand ku 7 terorîst hatine kuştin û efserê bi navê Mihemed Fewzî El-Hofî şehîd bûye, her wiha 3 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Di 30’yê Nîsanê de mayînek di panzêreke li başûrê bajarê Bîir El-Ebid de teqiya û di encamê de 8 ji hêzên artêşa Misrê birîndar bûn, ji nav jî 2 efser hene û di wê demê de DAIŞ’ê teqîn hilgirt ser xwe.

Di vê Gulanê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Misrê daxuyand ku 22 çalakiyên serdegirtinê û 16 çalakiyên taybet li dar xistine û 126 endamên tundraw li bakur û naverasta Sînayê hatin kuştin.

Hêzên asîmanî jî 228 cihên ku çeteyan bi kar tanî hedef girtin û 116 erebe rûxandin.

Li aliyekî din jî hêzên artêşa Misrê 630 mayîn li ser rêya tevgerînê li herêmên çalakiyan dîtin û bêbandor kirin. Her wiha 8 deriyên tonelan rûxadin, 56 ereb desteser kirin û rûxandin, 226 motorsiklêtên bênimre rûxandin.

Her wiha 226 endamên çete û yên gûmanbar sûcan girtin.

Girêdayî mijarê lêkolînerê Misrî yê pisporiya kar û barên tevgerên Îslamî, rêxistinên tundrew û terorên navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA’yê re axivî ku sedemên zêdebûna êrişên terorî di van demên dawîn de vediger du sedeman.

Munîr Edîb wiha domand: "Sedema yekemîn berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê ye. Ev jî sedema sereke û bingehîn a zêdebûna êrişên çekdar li gelek dewletên Ereb jê jî Misr û Iraqê ye. Ji ber ku Koronavîrusê pirsgirêkeke di siyaset, aborî û civakî de li gelek dewletan çêkir. Van rêxistinên terorî ev kriz ji xwe re weke şans dest girtin û êrîşên xwe zêdekirin."

Edîb wiha axivî: "Rêxistinên terorî û çekdarî di hawayeke krîzê de dixebitin da ku aloziyê zêde bikin. Her wiha hewl didin her tim krîzê çêkin. Ji lew re bi pandemiya Koronavîrusê re hewl dan ji vê aloziyê şans wergirin û tê texmînkirin ku dê komên terorîst di demên pêş de gelek dewletên ewropî derbe bikin."

Edîb wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke sala 2020’an sala veqetîna dewletan ji hev be, dê 2021 bibe sala alozî ji komên tundraw re heke civaka navneteweyî li hemberê tev negere."

Edîb bal kişand ser sedema duyemîn a zêdebûna êrişan û wiha dewam kir: "Meha Remezanê ya pîroz hêzên rihî dide komên tundraw da ku gelek êrişên xwe pêk bînin. Bi taybet di vê meha pîroz de gelek boneyên mîna Xezwet Bedir ku mislimanan li dijî kafiran bi serketiye. Çer ku rêxistinên tundrew hevrikên xwe kafir dihesibînin, ew vê hawayê rihanî bi kar tînin ku serkeftinê bi dest bixin. Bi wê re jî di meha Remezanê de her tim êrişên terorî dubare dibin."

‛TIRKIYÊ PROJEYA ÎSLAMA SIYASÎ HEMBÊZ DIKE Û PIŞTEVANIYA RÊXISTINÊN TERORÎ DIKE’

Lêkolînerê misirê piştrast kir ku rêxistinên terorî dê aloziya pandemiya Koronavîrusê bi kar bîne û heta bidawîkirina meha Remezanê dê êrişên xwe berdewam bikin û destnîşan kir ku dewleta Tirk projeya Îslama siyasî li hember hembêz dike û piştevaniya mezin ji van rêxistinan re dike, ji ber ku dibîne boneyên olî û rihanî sotemeniya ku van rêxistinan dixebitîne. Ji lew re Fayiz El-Sîrac û milîsên alîgirê wî li Lîbyayê hewl da gelek êrişên çekdarî bi fişara Tirkiyê di vê demê de bi kar bîne.

Lêkolînerê Misirî Munîr Edîb civaka navneteweyî hişyar kir ku dê li ser rewşeke pir dijwar şiyar bin, ji dema 29’ê Hizîrana 2014’an dema ku DAIŞ’ê avakirina dewleta xwe ragihandiye, dijwartir be. Dibe ku di dawiya 2020’an an jî destpêka 2021’an de bi karesateke mîna wê matmayî bimînin. Edîb bang li gelek dewletan kir ku ne bi tenê, lê belê bi hev re lihevkirinan pêk bînin da ku nehêlin ev rêxistin xwe ji nû ve komî ser hev bikin.

(fr-cx)

ANHA


Mijarên Din