DAIŞ’Î li kampa Holê serjêkirinê hînî zarokan dikin!

Jinên DAIŞ`î yên ku li Kampa Holê dimînin, hewl didin teror û tundrawiyê di nava zarokan de belav bikin û zarokan fêrî serjêkirinê dikin. Ev yek di dîmenekê de diyar dibe.

Di dîmeneke taybet de dibe ku jineke DAIŞ`î hewl dide zarokek temem biçuk hînî ser jê kirina berxekî bike. Bi vê yekê jina DAIŞ`î hewl dide ku zarok fêrî serjêkirinê û dîtina xwînê bibe.

Di dîmenê de, li gorî nîşaneyên rûyên zarok diyar dibe ku ew biyanî ye û berxek bi kêrê ku hîna nikare baş pê bigire, serjê dike. Li dora wî jî jinên DAIŞ’î û komek zarok di beşa taybet a malbatên DAIŞ`ê de ya ku bi navê ‘Mihacîr’ tê naskirin, kom bûne, diyar dibe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kirin ku jinên DAIŞ`î li derftekê digerin da ku birêxistinkirina xwe di çarçoveya perwerdekirina zarokan li ser îdeolojî û fikrên DAIŞ`ê de, dewam bikin.

Her wiha di dîmenê de diyar dibe  ku jineke DAIŞ`î tabloyeke ku sembol û nivîsên biyanî li ser hatine nivîsandin, hildaye.

Ev ne cara yekê ye ku bûyerek wisa rû dide, çeteyan hewl da metaryalên taybet ji bo terorê û serjêkirinê, çêkin da ku terorê û serjêkirinê fêrî zarokan bikin.

Çeteyên DAIŞ`ê di demek berê de xwestin bi rêya wêneyên çekan zarokan fêrî kuştin û tundiyê bikin.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Zêdetirî 30 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de dimînin.

Kamp bi 45 km li rojhilata bajarê Hesekê ye. Ji bilî malbatên çeteyên DAIŞ`ê, zêdetirî 73 hezar penabarên Iraqê û koçberên Sûriyê di kampê de dimînin û kampa herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din