DAIŞ li Iraqê careke din êriş kir

Heşid El-Şabî ragihand ku êrişek nû ya çeteyên DAIŞ‘ê li bakurê parêzgeha Babilê hate bersivandin.

Medyaya Heşid El-Şabî di daxuyaniyekê de ragihand: "Ji fermandariya Operasyonên Cizîrê ya Heşid El-Şabî yekîneyekê îro hewla endamên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ya derbasbûna herêma Riwêiya ya girêdayî navçeya Ceref El-Nesir şikand."

Di hefteyên borî de çeteyên DAIŞ‘ê êrîşên xwe yên li Iraqê zêde kirine. Hêzên Iraqê li hemberî wan operasyonek da destpêkirin."


Mijarên Din