DAIŞ`ê li Efxanistanê êrişî girtîgehekê kir

Rayedarên Efxanistanê diyar kir ku piştî êrişa duh a li ser girtîgehekê ku di encama wê de gekek girtî reviyan, li bajarê Celalabad ê rojhilatê Efxanistanê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên ewlehiyê de şer derket.

Duh li pêşiya deriyê girtîgeha bajarê Celalabad erebeyeke bombebarkirî hate teqandin û dengê gelek teqînên din hat, her wiha çeteyên DAIŞ’ê û gule li parêzvanên girtîgehê reşandin.

Rayedarên herêma Nînkerhat ji Reutersê re got herî kêm 5 sivîl hatin kuştin, nêzî 40 kesên din birîndar bûn. Rayedaran diyar kir ku zêdetirî 75 girtî jî reviyane.

Piştî istîxbarata Efxanistanê kuştina serçeteyekî DAIŞ`ê li nêzî Celalabadê ragihand, çeteyên DAIŞ`ê êriş girt ser xwe.

(bx)


Mijarên Din