DAIŞ’ê jinên Şengalê difrot, Tirkiye jî jinên Efrînê li Ezazê difroşe        

Şêniyê bi navê E.L. got: Piştî zêdebûna tengaviyan, ez neçar mam bi malbata xwe re ji Efrînê derkevim. Di revê de min dît ku çawa jinên revandî di qada bajarê Ezazê de têne firotin."

Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî yên ji Şengalê revandibûn, li sûkên Mûsil û Reqayê difrotin. Niha jî ev dîmen li Ezazê dubare dibe. Dewleta Tirk û çeteyên wî, jinên ku ji Efrînê revandine, li bazarê Ezazê difroşin.

Şêniyê bi navê E.L. ê ku ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî ji Efrînê reviyan ye got: “Min bi xwe dît ku çawa jinên efrînî yên revandî di qada bajarê Ezazê de têne firotin.”

E.L. (28), ji pêkhateya Ereb e û ji gundê Cûqê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Malbata wî ji 4 kesan pêk tê. E.L piştî 6 mehên dagirkirina Efrînê, ji ber binpêkirinên ku li bajar tên kirin, ji Efrînê derket.

E. L girêdayî deteyên bûyerên ku li Efrînê û gundên wê rû didin û rêbazên dagirkeriyê, ji ajansa me re axivî.  E.L. got: “Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gundê Cuqê bûn, şêniyên gund dorpêç kirin. Şênî xistin mizgefta gund û heya sê rojan li wir hêlan. Bi hinceta lêgerînê telefonên şêniyan deteser kirin û rêyên gundan qut kirin.”

Çeteyên koma El-Hemzat a girêdayî dagirkeriya Tirk, E.L. girtin û  piştî îşkenceya du hefteyan wî berdidin.

E.L. destnîşan kir ku wî û malbata xwe li navenda bajarê Efrînê karê goştfirotinê dikir, lê li cihê kar jî ji binpêkirinan nefilitî.

E.L. got: “Piraniya navendên îşkence û girtinê li bajarê Ezaz û Tirkiyê ne. Ji hemû pêkhateyan kes tên revandin. Guhertina demografiyê berdewam e. Tevhiya şênî û pêkhateyên herêmê bê cudahî têne îşkencekirin. Di girtîgehekê de min zilamek temenmezin 60 salî dît. Ew rastî dijwartirîn cureyên îşkenceyê hat."

E.L. tekez kir ku armanca siyaseta binpêkirinên li ser şêniyan ew e ku bajar ji şêniyên wê resen vale bikin.

E.L. gotinên xwe wiha domand: “Yek ji binpêkirinan jî ferzkirina zimanê Tirkî di dibistanan de ye. Dîsa navên gundan ên bi Kurdî dikin Tirkî. Heman demê de nasnameya sûrî bi ya tirkî tên guhertin.”

E.L. diyar kir ku Efrîn bûye bajarê xeyaletan û wiha pê de çû: “JI bilî dengê guleyan ên ku her şev li ser Efrînê dikevin. Çeteyan piştî saet 20.00’an derketina nava bajar qedexe kirine.”

E.L. bi bîr xist ku talankirin û dizîna milkên şêniyan qet nerawestiyan e û tiştên ku dizîne jî li Ezazê difroşin.

‘Reva me mîna mirinê bû’

Derdora hefteyekê E.L. ji Efrînê direvî û ew rev bi `hefteya mirinê` wesifand. E.L. diyar kir ku di her saniyekê de ji ber tirsa girtinê mirin didît.

Di dawiyê de E.L. kêfxweşiya xwe ya ji ber gihiştina kantona Şehbayê rave kir û got: “Ez hêvîdikim ku Efrîn di zûtirîn dem de were rizgarkirin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din