DAIŞ ji bo êrîşên xwe çêlekan bi kar tîne

Li gundê Îslah yê Xaneqînê çeteyên DAIŞ'ê bombe bi 2 çêlekan ve kirin û şandin nava gund û piştre jî teqandin. Ji ber teqînê kesek bi sivikî birîndar bû.

Li gundê Îslah ê bajarokê Gulale yê Xaneqînê yê ser bi Diyalayê ve, şevê din saet di 22:15'an de 2 çêlekên bombebarkirî, ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin teqandin.

Keyayê gundê Îslah Seîf Star li ser bûyerê ev agahî dan Rojnewsê: "Her roj xwediyên lawiran, lawirên xwe dibirin ser rûbarê Sîrwan û bi şev jî lawir bi xwe vedigerîn nava gund. Bê şivan in. Çeteyên DAIŞ'ê jî bombe li 2 çêlekan bar kirin. Dema ku çêlek ketin gund, teqandin."

Ji ber teqînê welatiyek bi sivikî birîndar bû. Her wiha çêlek telef bûn û camên malên gund şikestin.


Mijarên Din