DAIŞ`ê hewldana derxistina çeteyan ji girtîgehên Sûriyê û Iraqê dike

Piştî Donald Trump gefa berdana çeteyan li Ewropayê xwar, çeteyên DAIŞ`ê hewldana derxistina bi hezaran çeteyan ji girtîgehên Iraq û Sûriyê dikin.

Rojnameya Sun a Birîtaniya rapora Peymangeha Lêkolînên Şer ên ku belav kir, ragihand ku DAIŞ da ku bi hezaran çeteyên li Sûriyê û Iraqê ji girtîgehê berde, hewldanan dike û armanca vê yekê jî vegera "Xîlafa" ku di 2014`an de hate ragihandine.

Duh peymangeha lêkolînên şer ragihand ku terorîstên nexweş ku hewldana vegera "Xîlafa berê" dikin, dixwazin çeteyên xwe rizgar bikin.

Heman raporê diyar kir ku çeteyan kampên koçberan ji bo komkirina pere û rêxistinê bi kar tînin.

Di vê derbarê de serçete Ebû Bekir El-Bexdadî, çeteyên xwe hişyar kir û got, divê bi rêya serhildaneke girseyî bi hezaran çete werin berdan. 

Her wiha di tomarkirina dengekî de got, kamp ku hevlbendên wan Şîaa û Selîb bi rê ve dibin û tê de bang li alîgirên xwe kir ku çeteyan serbest berdin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, heke dewletên Ewropa çeteyan venegerînin, ew ê girtiyên li ser sînorê Ewropayê serbest berdim, paşê DAIŞ hewldana derxistina çeteyan ji girtîgehên Sûriyê û Iraqê kirin.

Tê zanîn ku nêzî 800 hezar çete di girtîgehên Sûriyê û Iraqê de, di heman demê de QSD`ê nêzî 2 hezar çeteyên biyanî girtine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku li kampa Holê zêdetirî 70 hezar kes lê bicihbûne û piraniya wan jin û zarok in.

Têkildarî mijarê koodînasyonê amerîkî yê têkoşîna li dijî terorê Nasan Sîliz got, li kamp û girtîgehan gelek hewldanên din hene, li ser vî esasî ez bang li dewletên Ewropayê dikim ku çeteyan biyanî werbigirin.

Li Koşka Spî Trump ji çapemeniyê re got: “Piranî ji Ewropayê ne, me hemû hewldanên xwe kirin, ji ber vê yekê divê em biryarê bistînin, an na em ê çeteyan li ser sînor serbest berdin.

Sîlêz piştrastkirina pêkanîna Trump ji biryarê re red kir û ji ABC NEWS re got, pêşeroja Sûriyê ne diyar e, ev derveyî 2 meh an jî 6 mehên berî niha ye, muhteml e bi hemû awayan sînaryo werin meşandin.

DYA`yê 8 çete û 13 zarok wergirtin, lê Sîliz got, Washingtonê pêşwaziya çeteyên dewletên din nake.

Her wiha got, Amerîkayê ewlehiya kampên li Iraqê û Sûriyê garantir bike û bang li dewletên Ewropayê kir ku destekê bidine vê yekê.

(eh)


Mijarên Din