DAIŞ`ê gef li dijî Koalîsyona Navneteweyî û kurdan xwar  

Di demeke ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin dixwe, çeteyên DAIŞ`ê bi rêya dîmekî gef li dijî Koalîsyona Navneteweyî û kurdên li Sûriyê xwar. Ev yek asta destekdayîna Erdogan ji bo DAIŞ`ê diyar dike.

Ev demeke ku Erdogan û rêveberên AKP`ê gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatên Sûriyê yên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, dixwe. Dema DAIŞ`ê herêmên Sûriyê û Iraqê dagir kiribû, petrol didiziya û difrota Tirkiyê.

Di pêvajoyên şerê Hêzên Sûriyê Demokratîk li dijî DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Erdogan û partiya wî her hewl didan têkçûna DAIŞ`ê bi rêya vekirina sînorên xwe da ku çek û çeteyên biyanî ji DAIŞ`ê re werin, asteng bike. Di heman demê de, Tirkiyê car caran êrîşî bargehên QSD`ê kirin, da ku çeteyên DAIŞ`ê careke din were xurtkirin.

Di demeke ku Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, çeteyên DAIŞ`ê bi rêya dîmenekî ku li ser Telegram roja yekşemê hatiye weşandin, li gorî AFP`ê gef li dijî Koalîsyona Navneteweyî ku Amerîka serkêşiya wê dike û kurdên li Sûriyê xwar.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di 23`ê Adarê de piştî rizgarkirina Baxozê têk çûn, ev cara duyemîne ku dîmenekî DAIŞ`ê derdikeve.

Çeteyên DAIŞ`ê di dîmen de, çeteyên xwe yên li Sûriyê xitab digire û dibêje wê şer gûrtir bibe.

Dîmen ku dema xwe derdora 10 deqe ne,  têde diyar dibe ku çawa çete serê kesan qut dike û dibêje ew şervanên ji Sûriyê ne, her wiha raporên televizyonan û şahîdên ku dibêjin DAIŞ`ê têk neçûye û heta niha li Sûriyê heye, di dîmen de hene.

Di 29`ê Nîsanê de, çeteyên DAIŞ`ê dîmenek weşand ku têde serçeteyê wan Ebû Bekir Bexdadî piştî 5 salan, diaxive û bang li alîgirên xwe dike ku şer dewam bikin û Bexdadî soz da ku bi rojava re şerekî dirêj hîn heye.

Di demên dawî de, çeteyên DAIŞ`ê gelek motorsiklêt û erebeyên bombebarkirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqandin. Di heman wextê de, Erdogan gefên dagirkirinê li dijî herêmê zêde kirin.

(kc)


Mijarên Din