DAIŞ dîsa xwe bi rêxistin dike û taktîkên nû bi kar tîne

Piştî ku QSD’ê di 23`yê Adarê de bidawîbûna DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, DAIŞ`ê careke din dest bi leşkerkirina çeteyên xwe kir û taktîkeke nû ji bo êrîşan xist dewrê.

Komên çeteyên DAIŞ`ê ji xeternaktirîn komên xwîndar di serdema nû de ne û stratejiya guhertina taktîkên şer li gorî şert û mercan bi kar tîne. Di destpêkê de çeteyan erebeyên mezin amade dikirin û êrîşî herêmên ku dixwazin dagir bikin, dikirin. Êrîşên wê li ser Şengalê di 3`yê Tebaxê de û li ser Kobanê di 15`ê Îlonê de îsbata wê yekê ye. Êrîşên wê wek êrîşên artêşan bûn û tevahiya çekên giran mîna tank û moşek û topavêjan bi kar dianîn.

Stratejiya şerê artêşan guhert şerê kolanan

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di Tebaxa 2016‘an de û ragihandina pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê di sala 2017‘an de û ji windahiyên canî û çekan ên DAIŞ‘ê dîtin, stratejiya xwe ya şer li gorî merc û mekan guherand.

Di şerên li bajarê Reqayê de DAIŞ`ê şêwaza xwe di parastin û êrîşan de ji ya şerên Kobanê û Minbicê cudatir kir. Ji rêbaza êrîşa yekser, bi hejmar û cebilxaneyên mezin veguherî rêbaza êrîşa bi komên biçûk, xwekuj û bikaranîna erebeyên bombebarkirî bi hejmarên mezin. Her wiha nuqte û herêmên di bin kontrola xwe de mîna ku li Minbicê dikirin nediparstin, lê belê bi lez ji nuqteyên xwe vedikişîn û bi êrîşên xwekuj bi rêya komên biçûk ku hejmara wan di navbera 5 heya 7 endaman de, êrîş dikirin û eger êrîş têk biçûya bi lez paşde vedikişîn.

Bikaranîn sivîlan wek mertalên zindî

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku derbeyên giran ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwarin, di şerên li bajarên Minbic û Reqayê  û herî dawîn pêngava Bagera Cizîrê  de sivîl wek mertalên zindî bi kar dianîn. QSD jî yekser tîmên rizgarkirina sivîlan ji herêmên bin kontrola DAIŞ`ê ava kirin û piştî derxistina sivîlan dest bi operasyonan dikir.

Gelek axaftin girêdayî bidawîbûna DAIŞ`ê piştî ragihandina Hêzên Sûriye Demokratîk bidawîbûna wê di 23`yê Adarê de hatin kirin. Lê hêzê tekez kir ku xeteriya DAIŞ`ê hîna heye û nabe ku mirov bêje bi dawî bûye. Ji ber wê hêzê pêngavek din li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî ragihand. Heta niha hêzê tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi sedan endamên DAIŞ`ê yên ku teqîn û bûyerên kuştinê li herêmê kirine girtin.

Hîmên vejandina DAIŞ`ê

Piştî gefên Tirkiyê, li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Minbic, Reqa, Dêrazor, Qamişlo, Tirbespiyê û Hesekê rêzeteqîn bi motorsîklêtan û erebeyên bombebarkirî pêk hatin. Li bajarê Reqayê di 9`ê Nîsanê de rêzeteqînên li dû hev bi rêya bombeyan û mayinan pêk hatin. Di encamê de 9 sivîl bûn qurbanî. Di 19`ê Gulanê de li Reqayê 3 teqîn pêk hatin. Her wiha 3 motorsîklêtên bombebarkirî di rojekê de li bajarê Hesekê di Tîrmehê de hatin teqandin.

Ji nû ve leşkerkirin, birêxistinkirin û pêkanîna êrîşên hemwext

Zanyarî û delîlên heyî nerastiya bidawîbûna DAIŞ`ê îsbat dikin. DAIŞ careke din refên xwe birêxistin dike û bi rêbazên nû, ne mîna yên berê bi kar tîne bi taybet piştî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî stratejiya şerê yekser stratejiya şerê kolanan, erebeyên bomberbarkirî û xwekuj, bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî û windakirina DAIŞ`ê rûberên mezin ji herêmên ku berê kontrol dikirin, niha careke din refên xwe bi rêxistin dike û çeteyên xwe yên berê li herêmê dike leşker.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di demên dawî de şaneyeke pispor a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazor, Reqa û Tebayê girt. Şane ji 5 endaman pêk tê piştî rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ`ê ava bûye. Erkên wê pêkanîna teqîn û bûyerên kuştinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Çeteyê bi navê Zekeriya Riyad El-Dirêî şaneyê bi rê ve dibe ku ji bajarê Teblîse yê ku dikeve bakurê bajarê Himsê ye li ser rêya navdewletî. Çete Zekeriya di 2015`an de tev li DAIŞ`ê dibe, piştî wê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve tê girtin. Piştî ku serbest berdidin çeteyê bi navê Ebû Umer ê ku ji bajarê Teblîse ye, nas dike. Li gorî Zekeriya Ebû Umer berpirsê şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şaneya Zekeriya Riyad El-Dirêî ji 4 çeteyan pêk tê. Yê yekê Ehd Ehmed Hicazî ye. Ew li bajarê Hemayê di 2001`an de ji dayik bûye. Di 2017an de li bajarê  El-Bû Kemalê yê girêdayî bajarê Dêrazorê tev li nav refên DAIŞ`ê dibe. Ehd tev li perwerdeyên leşkerî û şerî yên DAIŞ`ê dibe. Piştî wê tev li lîwa El-Farûq a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê dibe. Her wiha tev li gelek şerên DAIŞ`ê dibe û gelek caran birîndar dibe. Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve bi fermana Ebû Umer tev li şaneya Zekeriya dibe û debanceyeke bêdeng werdigire da ku bûyerên kuştinê pêk bîne. Hicazî rêzeteqîn li Reqa û Tebqayê pêk anîn.

Çeteyê din jî Eymen Ebdulhemîd Ekûş e di 1995`an de li bajarê  Reqayê ji dayik bûye. Wek endemek ewlehî di nav refên DAIŞ`ê de kar dike. Piştî tunekirina DAIŞ`ê dikanekê li bajarê Reqayê vedike. Piştî avakirina şaneyê tev lê dibe û gelek teqînên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk pêk tîne.

Çeteyê sêyemîn bi navê Mihemed Besam El-Esad ê ji bajarê Deraayê ye. El-Esad li Deraayê  tê leşkerkirin û piştre ji beyareya Sûriyê re ya di bin kontrola DAIŞ`ê de tê şandin û heya 4 mehan tev li dewreyên leşkerî û ewlehî dibe. Piştî wê rê dikin bajarê Reqayê da ku Ebû Umer bibîne û wî jî Mihemed tev li şaneya Zekeriya dike yê ku tevahiya pêdiviyan peyda kirin.

Da ku hejmara qurbaniyan zêde be, êrîşên pisporî!

Li gorî mikurhatinên endamên şaneya Zekeriya, şaneyê ji bo êrîşan bi awayekî baş û profisyonal hatiye perwerdekirin. Destêpê bombeyek deng diteqîne, piştre dema şênî kom dibin bombeyeke teqemenî diteqîne, da ku hejmara herî mezin ji qurbaniyan çêbibe. Tevî wê jî demançeyên bêdeng di bûreyên kuştinê de bi kar tîne.

Girtina şaneyekê bi vê pisporiyê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve rastiya lêkolîna ku NY`ê di Hezîranê de weşandiye îsbat dike: "DAIŞ xwe li gorî şertûmercên berxwedanê ya pêwîst li Sûriyê û Iraqê eyar dike û diguhere."

Li gorî rapora dawî ya ku rojnameya New York Times weşandibû hejmara endamên DAIŞ`ê yên çalak li Sûriyê û Iraqê 18 hezar çete ne. Çeteyên DAIŞ`ê 400 milyon dolar li gel wan hene û beşek jê di êrîşên terorîst de bi kar tînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din