'DAIŞ û artêşa Tirk heman sûcan pêk tînin'

Welatiyên gundewarên Til Temirê piştrast kirin ku sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne û yên  DAIŞ`ê heman sûc in.

Artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî agir bi zeviyên şêniyên herêmên nêzî herêmên dagirkirî dixînin, nexasim zeviyên nêzî baragehên leşkerî yên li gundê Amiriyê yê nêzî rêya M4 a navçeya Til Temirê. Li gel şewitandina zeviyan artêşa Tirk sivîlan û tîmên agirkujiyê jî dike armanc.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Casim Hemed ê ji gundê Erbiîn ku artêşa Tirk dagirkirî ye wiha parve kir:"Artêşa Tirk agir bi zeviyên nêzî baragehên leşkerî yên li gundê Amiriyê xistin û paşê agir gur bû bi gundên din jî ket."

Casim Hemed diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê bizanebûn agir bi zeviyên li hemberî rêya M4 dixînin û dema agir vedimire careke din çete agir bi zeviyan dixînin.

Casim Hemed bal kişand ser ku ew nikarin agir vemirînin ji ber artêşa Tirk rasterast tîmên agirkujiyê dikin armanc.

Endamê tîma agirkujiyê ya navçeya Til Temirê Mehmûd Dear destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi dexl û danên gundên navçeya Zirganê û Til Temirê dixînin.

Mehmûd bi lêv kir ku tîmên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihê agir ji ber dewleta Tirk wan dike armanc.

Mehmûd Dear da zanîn ku agir bi sedan hektar ketiye, her wiha agir bi malên gundên Um Şiêfa û Til Menax ên başûrê navçeya Zirganê ya li ser rêya Til Temirê xistin, malên gundên Qasimiyê û Reyhaniyê yên bakurê rojavayê gundewarê navçeya Til Temirê, gundê Amiriyê, Leylan, Erbiyîn û Tewîlê yên başûrê rojavayê gundewarên navçeya Til Temirê ku nêzî rêya M4`ê ne, ketin.

Casim Hemed ê ji gundê Erbiyîn anî ziman ku dewleta Tirk gundên wî dagirkiriye û ew ji gund derxistine û got: "Ji destpêka herêm dagirkirine mal û milên wan talan kirin û ew û zarokên wî koçber kirin."

Casim Hemed di dawiya axaftina xwe de amaje kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê terorîst in ji ber li dijî sivîlan sûcên derexlaqî pêk tînin û dexl û danên sivîlan dişewitînin û bi dare zorê wan koçber dike.

Casim Hemed nêzîkatiyên artêşa Tirk û DAIŞ`ê parve kir û got:"Sûcên dewleta Tirk û DAIŞ`ê heman sûc in, lê cilê wan ji hev cuda ne. Çeteyên DAIŞ`ê agir bi zeviyan dixistin û niha jî dewleta Tirk heman karî dike."

(eh)

ANHA


Mijarên Din