Dahatûyên dergehên Başûrê Kurdistanê, têrî pêdiviya karmendên Iraqê dike, lê pere bi ku ve diçe?

SERDEM SILO

Di 12’yê Mijdara îsal de, parlamentoya Iraqê li ser qanûna qerzan erê kir, di wê qanûnê de Bexda ferz kir ku divê rojane 480 hezar bermîl petrol radestî hikumeta federal bibin, wê jî hêrsek li gel hikumeta herêma Kurdistanê çêkir, bi taybet her du partiyên desthilat; PDK’ê û YNK’ê.

Beriya axaftina li ser nakokiyên di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de, divê em deynên hundir û derve yên li Iraqê bizanibin. Girêdayî vê endamê Komîteya Darayî ya Dozgerî ya Iraqê Abduldahî Seidawî eşkere kir ku deynên li Iraqê yên vê mehê, zêdetirî 160 milyar dolar e û der heqê deynkirina dewletê ji derve û hundirê hişyarî da û dê bi wê re jî li tevahî welat qeyranek bê ragihandin.

Ji ber herêma Kurdistanê bi peymanên di navbera wê û Bexdayê de ne mecbûr e, Bexda ew neçar kir ku qerzan bide wê, da ku welat ji qeyranê rizgar bike, bi taybet digel hikumeta nû ya serokatiya Mistefa Kazimî yê ku ji dema hatina li ser desthilata Iraqê ya îsal de soza çareserî û dabînkirina kar, da çîna ciwanan re, bi taybet ên xwedî bawername.  Ji lew re diviyabû parlamentoya Iraqê, tevî redkirina blokên Kurd ên di parlamentoyê de, vê pêngavê pêk bîne û welat rizgar bike. Bi wê re parlamentoya Iraqê, biryar da ku projeya qanûna deynên Iraqê di 12’yê Cotmehê de bide, li gorî wê qanûnê jî Bexda para herêma Kurdistanê ji budçeya giştî, heta herêm petrolê radestî Iraqê dike, naşîne.

TAWANÊN DUALÎ YÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ

Bexda, hikumeta herêma Kurdistanê bi nezelalbûna di qeyd û sicilên karkerên li daîreyên hikumetê de dixebitin, tawanbar kir û eşkere kir ku hejmara karmendên li herêmê ne zelal e û zêdetirî 500 hezar karmendên dozgerî hene.

Endamê Komîteya Darayî ya Dozgerî Abdulhadî Seidawî vê hefteyê, hikumeta herêma Kurdistanê bi demdirêjkirina pêkanîna tevahî peymanên ku bi Bexdayê re îmze kirine, tawanbar kir û da zanîn ew red dike ku derbasî komîteyên hikumetê be, da ku li ser dahatûyên petrolê û ne petrolê kontrol be.

Seidawî bi lêv kir ku hikumeta Kurdistanê li gorî peymana bi Bexdayê re îmze kiriye, tev nagere û li beramber wê daxwaza dayîna mûçeyên karmend û dayîna deyên xwe ji şîrketên petrolê re dike û herêm deyndarê Bexdayê ye.

Endamê Komîteya Darayî ya Dozgerî Abdulhadî Seidawî destnîşan kir ku herêm red dike hikumeta federal derbasî serwerîkirina li dahatûyên petrol û ne petrolê bibe û di radestkirina dosya û agahiyên li ser karmendên xwe de ji Bexdayê re demê dirêj dike û wiha pê de çû: "Li gel Wezareta Darayî ya Federal 600 hezar karmendên li herêmê qeydkirî hene, lê herêm idîa dike ku hejmara karmendên wê zêdetirî milyonekî ye."

Hikumeta herêma Kurdistanê di vê mehê de û li gorî rapora ku komîteya darayî û aborî amade kiriye, biryar da ku li herêma Kurdistanê 106 hezar û 839 kes zêdetirî mûçeyekê werdigirin û piranî bi awayekî qanûnî dixebitin, lê hikumet biryar da ku mûçeyên wan di mehên pêş de qut bike.

Hikumeta Bexda, hikumeta herêmê bi bikaranîna petrolê û firotina wê bêyî agahiya Bexdayê, tewanbar kir, bi taybet der barê peymana petrolê ya ku PDK’ê bi dewleta Tirk re bi dema 50 salî îmze kiriye de. Lê tu kesî ji parlamentoyê zelalkirina li ser peymana di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de nexwest.

Li aliyekî din jî, parlamenterên parlamentoya Iraqê bang li Wezareta Petrolê ya Federal, Komîteya Petrolê û Enerjiyê ya parlamentoyê û Desteya Zelalbûnê kir ku lêpirsînekê têkildarî peymanên di navbera şîrketa Kar û hikumeta herêma Kurdistanê de ya fînansekirin û rêvebirina zeviyê Xormala ya petrolê veke. Zeviya petrolê ya Xormala ji sedî 35 ji petrola herêmê ye û rojane 170 bermîlî dide û heta roja îro tu agahiyên li ser peymana di navbera hikumet û şîrketê de tune ne.

Bexda li ser hikumeta herêma Kurdistanê israr dike ku ji sedî 50 ji dahatûyên dergehên sînor ên di bin kontrola PDK’ê de radest bike, bi taybet dahatûyên dergeha Îbrahîm Xelîl a bi Tirkiyê re. Ji ber dahatûyên wê dergehê di salê de zêdetirî 5 milyar dolar e û ev nirx jî li gorî aborînasan têra mûçeyên karmendên Iraqê de.

Parlamentoyên Iraqê gelek caran hikumeta herêma Kurdistanê beriya erêkirina li ser qanûna darayî ya kêmasiyê hişyar kir, ku dê herêm li hember pirsgirêka mezin a budceya darayî ya bê be, heke nirxa guncawa ji petrol û dahatûyan ji Bexdayê re neşandin.

Naveroka peymana dawî ya di navbera Bexda û Hewlêr de, divê rojane 250 hezar bermîlên petrolê radest bike, li gel wê jî dê ji sedî 50 ji dahatûyên dergehan li beramber para herêmê ya budceya 2021’an de ya bi 12.67 hatiye diyarkirin, bide. Lê belê hikumeta herêma Kurdistanê heta niha li gorî van peymanan tev negeriye.

DEYNÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ

Mesrûr Barzanî di rûniştina li parlamentoya herêma Kurdistanê ya 5’ê Cotmeha îsal de got deynên li hikumeta Kurdistanê 28 milyar û 475 hezar dolar e.

Deyna karmendan nêzî 20 tirliyon dînara Iraqê li hikumeta herêma Kurdistanê ye, ev jî cihê pirsê ye ku gelo li cem hikumetê plan hene van deynan bide? An jî dê karmend bibin qrubanê qeyrana li welat û dê nirxa mûçeyên wan ên qutqutî bê jibîrkirin? Hikumeta herêma Kurdistanê ji eslê 10 mehên îsal, mûçeyên 5 mehan li karmendan belav kir, anku hikumeta bi 5 mehan deyndarî karmendan e û nirxa wê nêzî 4 tirliyon û 475 milyar dînara Iraqê ye. Li aliyekî din jî mûçeyên 4 mehên 2015’an, mûçeya mehekê ya 2016’an nehatiye dayîn û ew jî 4 tirliyon û 475 milyon dînara Iraqê ye.

Li gorî qanûna hilgirtina mûçeyan a ku hikumet li ser karmendan di 2016-2017 – 2018’an de ferz kiriye û beşek jî ji 2019’an, hikumetê mûçeyên karmendan bi rêjeya ji sedî 25-70 qut kiriye û nêzî 11.5 tirliyon dînara Iraqê ye, bi wê re jî deynên li ser hikumetê yên ku ji mûçeyên karmendan hatine qutkirin 20.5 tirliyon dînara Iraqê ye.

Karmendên herêma Kurdistanê pirs dikin ku dê çawa hikumet van deynan bide û li karmendên ku bûne qurbanê qeyranê vegerîne. Ev deyn jî bû sedema zêdebûna bêkariyê, bi taybet di nava çîna ciwanan de, deriyê koçberiyê li pêş wan vekir û li gorî rêxistina Qimê ya peywendiya kar û barên koçberên Iraqê nêzî 20 hezar ciwanên îsal koçberî dewletên Ewropa bûn.

Îsal li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dem bi dem xwepêşandan û protestoyên bi daxwaza xizmeteguzariyên giştî, karmend û dayîna mûçeyan, hatin lidarxistin. Heta bi wê re jî karmendên hikumetê, bi taybet mamost, kadroyên tenduristî yên li nexweşxaneyên hikumet û endamên Asayîşa Trafîkê ketin girevê jî. Lê hikumetê bersiva daxwazekê jî heta niha neda û tu çareserkirina başbûna rewşa jiyanê li herêma Kurdistanê pêk neanî.

DAHATÛYÊN DERGEHAN, TÊRA DABÎNKIRINA PÊDIVIYÊN KARMENDENDÊN IRAQÊ DIKE, LÊ BELÊ EV PERE BER BI KU VE DIÇIN?

24 dergehên bejahî û deryayî li Iraqê bi ser 6 dewletên cîran ve ne; Kiwêt, Erebistana Siûdiyê, Urdin, Sûriyê, Tirkiyê û Îran û dahatûyên wê mezin û tê de zelalbûn tune ye. Ev dergehên sînorî yên li herêma Kurdistanê lêdana dilê aborî ji herêmê û Iraqê re ye, lê beriya wê jî petrol, gaz û daneyên xwezayî hene.

Bexda tu agahiyekê li ser van dahatûyên sînorî yên li herêma Kurdistanê nizane û bi ku ve diçe jî nizane. Her wiha li herêma Kurdistanê 7 dergehên fermî, ligel du balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên salane milyaran qezenc dike hene, lê di bin kontrola hikumeta federal de û wiha tedbîrên qanûnî û çavdêriyê li ser pêk tîne:

4 dergehên fermî hene û 3 jî Bexda pê itîraf nake û wiha ne; 4 dergeh bi ser Îranê ve ne, Hec Umran li Hewlêrê û mezinahiya dahatûyên wê yên salane 800 milyon dolar e, lê dahatûya dergeha Başman di salê de 200 milyon dolar e, dergeha Bêrowîzxan salê 300 milyon dolar qezenc dike û dergeha Germik dahatûyên wê di salê de 12 milyon dolar e.

Dergehên sînorî yên li herêma Kurdistanê yên bi ser dewleta Tirk ve, dergeha Îbrahîm Xelîl li Dihokê yê mezintirîn dergehên sînor ên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de. Mezinahiya pevguherîna bazirganî ya dergeha Serzîrî zêdetirî 5 milyar dolar e anku 6 tirliyon dînara Iraqê ye û aboriya wê têra pêdiviya tevahî karmendên li Iraqê dike.

Li aliyekî din jî herêma Kurdistanê zêdetirî 20 dergehên nefermî nû kirin, ji wan dergehan bacên gumirkê distanê, tê re jî erebeyên pez, kelûpel, tiştên qedexe jî derbas dibin.

Berê van tevahî dergehan li parêzgehên Iraqê bi rêya 13 rêyên bejahî ne.

Dewlemendiya van dergeh û petrolê zêdetirî 22 milyar dolar e. Her wiha tenê dahatûyên dergehan zêdetirî 10 milyar dolar e û jê zêdetir jî rojane 600 hezar bermîl petrol heye. Heke hat jimartin, aboriya salane zêdetirî 8 milyar û 640 milyon dolar e.

Ev dewlemendî di navbera her du partiyên desthilat ên li herêmê de, PDK’ê û YNK’ê de tên parvekirin û Bexda wê yekê nizane, ew jî di salê de budceya hikumeta federal diyar dike û dişîne herêma Kurdistanê, da ku mûçeyên milyon û nîv karmendên li herêmê bide.

Ji dema hilweşîna rejîma Basê di 2003’yan de, tu kesî ji rayedarên desthilata federal serdana dergehên sînor ên li herêma Kurdistanê yan jî karmendên çavdêriyê neşandin, da ku sicilên dahatû û derçûnan zelal bikin. Ji ber desthilatên herêmê ji bilî erêkirina wê, bi taybet PDK’ê qedexe dikir.

Çavdêran destnîşan kir ku herêma Kurdistanê bi petrol, dane û dergehên xwe, xwe tecrîd kiriye û tenê Bexdayê bi daxwaza budceya giştî ya her salê, erkên hikumî û serokatiyê bi bîr dixe, li gel wê jî nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam in.

(fr)


Mijarên Din