Dagirkirina stasyona Elok pirsgirêkên avê zêde kirin

Ava taxa Dahiye ya Hesekê kêm e. Hevserokatiya Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê diyar kir ku sedema kêmbûna avê ew e ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a av jê tê, dagir kiriye. Destpêkê 30 bîran av dida Hesekê lê niha tenê 15 bîr dixebitin.

Ev bi salan e şêniyên taxa Dahiye ya bajarê Hesekê ji ber ku ava vexwarinê nagihîje wan, bi gilî û gazinc in. Lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Serêkaniyê dagir kir, asta pirsgirêkê zêdetir bû. Ji ber ku ji artêşa Tirk a dagirker bi dagirkirina herêma Serêkaniyê re stasyona Elok a ku av dida Hesekê jî dagir kir.

Beriya dagirkirinê, 30 bîran av dida bajarê Hesekê. Lê piştî dagirkirinê niha tenê 15 bîr dixebitin.

Ayşane Alo ji şêniyên taxa Dahiyê ye. Ayşane got: "Ji ber kêmbûna ava vexwarinê, em zehmetiyan dikişînin. Havînê rewş xirabtir dibe, piraniya rojan em avê dikirin. Em dixwazin av li taxê peyda bibe."

Her wiha pirsgirêka herî mezin ku nahêle av bigihîje taxê ew e ku tax nû hatiye avakirin. Toreya kanalîzasyonê  û toreya avê di nav taxê de baş nehatiye aktîfkirin.

Şêniya bi navê Munîfe Ibrahîm diyar kir ku av bi carekê nagihîje mala wê. Munîfe got: “Ji ber van pirsgirêkan em avê dikirin. Heta zehmetiyan di peydakirina sehrîcan de jî dikişin. Em her 5 bermîlan bi hezar  û 500 lîreyên Sûriyê dikirin.”

Sedemên ku gihîştina avê ji taxê re asteng dikin, pir in. Gelek malbat avê bi rêya hilmijan ji xetên sereke peyda dikin. Hinek din jî bê ser û ber bi kar tînin û henefiyan vekirî dihêlin heta ku av qut dibe.

Şêniya bi navê Cîhan Yunis destnîşan kir ku divê pirsgirêk çareser bibe û av bigihîje tevahiya taxan. Cîhan wiha domand:  "Av piştî nîvê şevê tê. Ez nikarim avê bigirim.

Ji bo fêmkirina sedem û çareseriyên pirsgirêkê, hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed got: "Girêdayî giliyên şêniyên taxa Dahiye em dizanin ku av nagihîje gelek malan, an jî dereng digihîje. Taxa Dahiye nû hatiye avakirin. Dema toreyên avê li bajêr hatin dirêjkirin ew tax tune bû. Taxa Dahiye ji Rêveberiya Xweser û Şaredariya Gel re girîng e. Ji ber wê toreya kanalîzasyonê tê de hate dirêjkirin. Lê pirsgirêkek di dawiya toreyê de heye. Ji bo ku av bigihîje taxê em asta herikîna avê bilind dikin."

Sozdar îşaret bi sedemên gihandina avê ji taxê re kir û got: "Gelek sedemên wê hene. Jê hilmijên avê kevn in. Em hewl didin hilmijan sererast bikin. Tevî wê jî miqdara ava ku digihîje bajarê Hesekê gelek kêm e. Îro me tekmîl girt, ji 30 bîran 15 bîr dixebitin. Piştî ku artêşa dagirker û çeteyên wê herêma Serêkaniyê dagir kir, asta hêza ava stasyona Elok kêm bûye.”

Di dawiyê de Sozdar Ehmed bang li şêniyên bajêr kir ku avê baş bi kar bînin. Her wiha bang li rêxisitnên navneteweyî kir ku mudaxele bikin ji bo ku xwe bigihînin stasyona Elok û pirsgirêkê çareser bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din