Dagirkeriya Tirkiyê li Cindirêsê ciwanek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ciwanekî ji navçeya Cindirêsê revand û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê di 12`ê Cotmehê de, ciwanê bi navê Mistefa Xêro Mamo ji gundê Aşkan Xerbî yê navçeya Cindirêsê, revand.

Çavkanî got heta niha çarenûsa Mistefa Xêro Mamo ne diyar e.

ANHA


Mijarên Din