Dagirkeriya Tirkiyê gundên din ên Şerayê dan ber topan

Dagirkeriya dewleta Tirk piştî gundên Şewarxê û Malikiyê gundên Merenaz, Elqemiya, Eyn Diqna û bajarokê Minx jî dan ber topan.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser navçeya Şerayê ya Efrînê berfireh kirin.

Dagirkeriya Tirk piştî gundên Şewarxê û Malikiyê, gundên Merenaz, Elqemiyê, Eyn Diqna û bajarokê Minêxê yê heman navçeyê dan ber topan.

Hate ragihandin ku bi dehan top li malên sivîlan ketin.

ANHA


Mijarên Din