Dagirkeriya Tirk stasyona Mabrûka kir binkeyeke leşkerî

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebeyê veguherand binkeyeke leşkerî, miqdara kehrebeyê ya ji Cizîrê re ji 170 megawatt heta 100 megawatt qels bûye. Rêveberiya Xweser hewl dide bedîlan peyda bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di hewldanekê de ji bo ku beşên nû ji axa Sûriyê dagir bike û li du xwe kuştin, talankirin û wêrankirin hişt.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker miqdara kehrebeya ji herêma Cizîrê re diyar li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiye, Amûde, Qamişlo, Tirbespiyê, Hol û Megerdeyê bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Girêdayî miqdara kehrebeya diyar ji herêma Cizîrê re, miqdara ku niha digihîje herêmê, sedemên kêmbûna miqdarê, rêyên çareseriyê û projeyên pêşerojê berpirsê Gerînendetiya Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Silêman ji ajansa me re axivî.

Silêman di destpêkê de got: "Beriya êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aramiyek di miqdara kehrebeyê de ya ku ji jêdaran digihaşt herêmê hebû. Kehrebe bi rêya du stasyonan digihaşt herêmê; Mabrûka û El-Bewab. Herêmê ji stasyona Mabrûka bi 70 megawatt û El-Bewab bi 100 megawatt kerhebe sûd digirt.

Girêdayî rewşa kehrebeyê ya niha û sedemên kêmbûna miqdara ku tê herêmê Silêman destnîşan kir ku miqdara kehrebeyê ya ku niha digihêje herêmê 100 megawat e. Silêman sedem vegerand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Mabrûka dagir kir, veguhêr, kebil û hemû amûrên girêdayî stasyonê talan kirin tevî ku stasyon veguharandine binkeyke leşkerî.

Stasyona Mabrûka yek ji girîngtirîn stasyonên ku enerjiya kehrebeyê ya ku ji Bendava Tebqayê tê, vediguhêzîne herêma Cizîrê. Li ser rêya navdewletî ya di navbera herêma Cizîrê û Helebê ye ya ku bi navê rêya M4 tê naskirin. Milkên giştî ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitîn. Piraniya wan hatine xirabkirin û talankirin. Bi taybet binesaziya herêmê ji navendên pevgihandinê, stasyonên hilmijên avê û stasyonên kehrebeyê. Mîna stasyona Mabrûka.

Têkildarî çareserî û bedîlên derketina stasyona Mabrûka ji xebatê, Silêman diyar kir ku prosesa peydakirina bedîlên stayonê berdewam in. Ew hewl didin projeya derxistina kehrebeyê ji zeviyên El-Cebse bi rêya 3 enefeyan ku karîna wan dighêje 10 mêge wat bi dawî bikin. Heya ku bi aliyên navdewletî yên din re têkiliyan dîdinin û bi rêya çareseriyên siyasî karibin stasyona Mabrûka careke din bidin xebitandin.

Di dawiyê de Silêman bang li şêniyan kir ku pêwîst e kehrebeyê bi awayekî rast mizext bikin. Ji bo ku miqdara heyî dûrî kêmasiyên ji ber bikaranîna zêde ya kehrebeyê derdikevin biparêzin. Her wiha bang li wan kir ku rewşa heyî tehemul bikin heta ku çareseriyên din dibînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din