​​​​​​​Dagirkeriya Tirk serdema DAIŞ‘ê vedigerîne

Dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê yên li Girê Spî hovîtî û tarîtiya beriya 4 salan ya DAIŞ’ê anîne herêmê. Ji ber ku kirinên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin, ji yên DAIŞ‘ê ji hev cûda nînin. Li beramberî vê yekê şenî wekî cara din destgirtî neman, lê belê serhildan ragihandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku herêmên dagirkirine ji xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike siyasetên tirkkirin û guhertina demografîk pêk tînin. Dagirkeriya Tirk piştî ku şêniyên resen ji herêmê bi darê zorê dide koçberkirin malbatên çeteyên li şûna wan bi cih dike. Ev nêzîkatî îdîayê serokê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dibêje dê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê vegerîne, derew derdixîne.

Geşedanên ku di hefteya yekemîn a meha Cotmehê de rû dane, niyetên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li xaka Sûriyê eşkere dike.

DI NAVBERA ÇETEYAN DE Lİ SER MİLKÊN KU DİZÎNE NAKOKÎ DERDİKEVİN

Li  navenda bajarê Girê Spî çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiya" û çeteyên "Cebha El-Şamiya" piştî ku tevahî dukanên malbata Mîrzo dizîn û talan kirin di navbera wan de nakokî derketin. Nakokî mezin bû û veguherî şerekî çekdarî li ser parvekirina milkan, di encamê de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûn.

LI DIJÎ EŞÎRA EL-BÛ XEMÎS ÊRIŞ Û SERHILDANA LI DIJÎ ÇETEYAN

Eşîra El-Bû Xemîs li dijî kiryarên çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiya yên girêdayî dagirkeriya Tirk rabûn serhildanan. Li gundê Xirbet Riz ê dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê piştî ku çeteyan êrişî dikandarekî ji eşîra El-Bû Xemîs kirin û dikan talan kirin. Eşîre de serhildan kirin. Çeteyan ji dînkar cereyekê xazê xwestin, ji ber cere li dikanê peyda nebû, çeteyan bawer nekir û xwestin pirsgirêkê derxînin, li ser vê yekê di navbera çete û dikandar şerekê bi axaftinan derket, piştre çeteyan çek bi kar anîn û gule bê serûber reşandin. Di encamê de ciwanê bi navê "Mustefa El-Ewad" bi giranî birîndar bû ku ew veguhestin nexweşxaneyên bajarê Rihayê (Urfa) yê Tirkiyê.

Ferdên eşîra El-Bû Xemîs li hemberî vê yekê bêdeng neman, bi tevlêbûna şêniyên gundê li baregeha çeteyan kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Çeteyan careke din gule avêtin şêniyan. Şêniyan jî bersiv dan, di navbera gundî û çeteyên Ehrar El-Şamiya û Ehrar El-Şerqiyê şer derket di encamê de 4 sivîl û 2 çete hatin kuştin.

SERHILANA GEL BERFİREH BÛ

Ji ber kiryarên hovane û binpêkirinên dagirkeran ku jiyana sivîlan veguherandin dojehê û serdema çeteyên DAIŞ‘ê dîsa vegerand, şênî bê sebr û bê tebat man. Xwepêşandanên şêniyên li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên dagirkirî berbelav bûn. Li gundên Elî Baciliyê, Xirbet El-Riz, Sikeriyê, Mesûr û Girê Spî taxa Maber xelk li dijî çeteyan derketina xwepêşandanan û nerazîbûn nîşan dan.

Çeteyan dîsa li dijî xwepêşadêrên sivîl şîdete bi kar anî. Di encama êrişa li dijî xwepêşandana li gundê Xirbet El-Riz de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîn. Her wiha zêdeyî 13 sivîl hatin binçavkirin.

POLÎTÎKAYAYÊN BIRÇÎKIRINÊ

Li bajarê Girê Spî ya dagirkirî, pêwîstiyên sereke yên jiyanî kêm in, wekî av, nan û madeyên xwarinê. Li gel wê jî nirxên madeyan bilind bûne.

Çavkaniyên taybet diyar kirin ku piranî dikanên li bajêr piştî hatin talankirin an jî bi sedema qutbûna rêyan hatin girtin.

Di dîmekê de ku 5‘ê Kanûnê ji bajarokê Silûkê yê rojhilatê Girê Spî hatibû kişandin, şênî girseyeke qerbalex a şêniyan li pêşiya firneyekê di rêzê de sekinînî û li bende ne ku nan bisîtînin, piştî ku piraniya firneyên li bajêr hatin wêrankirin û talankirin.

Di heman dîmenî de şêniyek dibêje ku ji ber kêmbûna madeyên sereke yên jiyanî zehmetiyan dikşînin û diyar dike ku av, nan, kehrebe û sotemenî peyda nabin û çete baceyên giran li welatiyan ferz dikin dema ku hewl bide madeyan derbasî herêmên dagirkirî bikin.

MALÊN SIVÎLAN TÊNE WÊRANKIRIN

Çavkaniyekî din jî diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Koramaz ê 30 kom dikeve başûrê Girê Spî malên sivîlan talankirin û bi hinceta ku şêniyên wê malê di nava QSD‘ê de malên wan bi beldozeran xirab kirin.

Li aliyekî din di 4‘ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk êrişî dikana ciwanê bi navê Hisên El-Zamil kirin, ew li erdê lêdan kirin û heqaret lê kirin, herî dawî dikana wî hemû dizîn.

SIYASETÊN TIRKKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi hewldanekê ji bo tirkkirina herêmê, perwerdeyên bi zimanê Tirkî li zarokan ferz dike. Dîsan jî afîşeyên dansaîna dibistan û deverên giştî bi zimanê Tirkî daliqandine. Her wiha girseyeke leşkeran li derdora dibistaneke seretayî li gundê Mişêrfe Hawî ya Girê Spî kom kir û navê dibistanê kir "Kaniya Aştiyê"

Çavkaniyekî taybet diyar kir ku zarokên diçin wê dibistanê zarokên çeteyan in ên li herêmên hatin bicihkirin.

GENIM DIDIZIN Û DIFROŞÊN BAZIRGANÊN TIRKAN

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina herêma Girê Spî yekser dest bi talankirina depoyên genim ên Dihlêz ê Silûkê û Sexrac ê bakurê Eyn Îsayê kirin. Piştî depo talan kirin  genimê wê firotin bazirganên Tirk. Ji ber vê yekê niha li herêmê aloziya nan heye.

ANHA


Mijarên Din