‘Dagirkeriya Tirk nabe dost û hevalbendê gelê Kurd’

Endamê Desteya KNK’ê Sînan Ehmed bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk rexne kir û got "Dagirkeriya Tirk nabe dost û hevalbendê gelê Kurd." Her wiha bang li partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava kir ku beşdarî însiyatîfa kongreyê bibin û destkeftiyên herêmê biparêzin.

Dagirkeriya Tirk ji 27`ê Gulanê ve li gel bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê êrîşên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê gihandine asta herî jor. Dewleta dagirker gundên herêmê û sivîlan dike armanc. Her wiha dagirkeriya Tirk dem bi dem gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û niha leşkerên xwe li ser sînorên bajarê Girê Spî kom dike.

Êrîşên dagirkeriya Tirk û tehdîdên wê ji hêla hêz û partiyên neteweyî ve têne şermezarkirin. Lê hindek partiyên Kurd, di serî de hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê, PDK, Iraq û hindek derdorên siyasî yên Rojava bê deng in.

Endamê Desteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) - Rojava Şêx Sînan Ehmed diyar kir ku dagirkeriya Tirk nabe dost û hevalbendê gelê Kurd û wiha got: “Hikumeta Tirkiyê ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê ve dijminahiya gelê Kurd dike. Eger Kurd konekî jî heta li başûrê Afrîkayê vedin, dê Tirkiye hewl bide wê hilweşîne. Ji ber ku hebûna gelê Kurd li tu derê napejirîne. Tirkiye ne tenê li ser gelê Kurd ê parçeyekî tehdîdek e, ew dijminê gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Şêx Sînan Ehmed bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: "Serdestiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê heye û ji mafê wê ye xwe biparêze. Tevî wê jî li hember êrîşên Tirkiyê deng dernaxe.”

Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê û hikumeta herêmê li hember erk û berpirsyariyeke dîrokî ne û got: “Divê li hember zêdegaviyên Tirkiyê bi tevahiya rêbazan were sekinandin.”

Şêx Sînan Ehmed gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şermezar kirin û got: “Pêwîst e partiyên Kurd ên li Rojava piştgiriyê bidin însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava ji 1`ê Çileyê ve li Rojava dest bi însiyatîfekê ji bo yekrêziya refa Kurd kir. Li gorî wê rêzecivîn bi partî û hêzên siyasî yên Kurd re li dar xistin. 28 partiyên ku beşdarî însiyatîfê bûne, li ser reşpelika wesîqeya siyasî ya ku ji 25 bendan pêk tê, li hev kir. Tê payîn ku wesîqe di dema bê de were eşkerekirin.

Di dawiyê de Ehmed bang li partiyên Kurd ên di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de kir ku ji bo yekitiya Kurd piştgiriya kongreyê bikin û got: "Ji ber ku gelê Kurd niha di pêvajoya hebûnê û tunehebûnê de derbas dibe.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din