Dagirkeriya Tirk li Girê Spî komkujiyek pêk anî

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Bedî yê başûrê bajarê Girê Spî bombebaran kir, 3 sivîl şehîd bûn û hejmarek din birîndar bûn.

Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Bedî yê dikeve başûrê Girê Spî bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û hejmarek ne diyar birîndar bûn.

Birîndarji bo nexweşxaneyên navçeya Eyn Îsayê hatin veguhestin.

Di bombebarana li gundê Elî Baciliyê yê başûrê rojhilatê bajêr de 4 sivîl şehîd bûn, 4 jî birîndar bûn, di nav de zarokek hebû.

(bb)

ANHA


Mijarên Din