Dagirkeriya Tirk li Efrînê 10 sivîl revandin

MÎT a Tirk li gundê Maratê yê Efrînê yek jê jin 9 sivîl revandin.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê ku dagirkirine binpêkirinên xwe yên der mirovî didomînin

Çavkaniyan diyar kirin MÎT a Tirk  îro girtin ser gundê Maratê yê kantona Efrînê  û 10 sivîl ku temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ye revandin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin ev: Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Ruken Heyder, Ehmed Ebdo, Salah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.

ANHA


Mijarên Din