Dagirkeriya Tirk li ber avahiya NY‘yê ya li Beyrûtê hate şermezarkirin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytexta Lubnan Beyrûtê hate şermezarkirin.

Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê ji bo balê bikşîne ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyeke protestoyî kirin.

Çalakvanan wêneyên sivîlên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur Sûriyê bûne qurbanî, pankartên piştgiriya bi QSD‘ê re û bangewaziya li civaka navdewletî hilda bûn.

Di çalakiyê de gelek kes axivîn. Ji wan bi navê Weqfa Newroz a Çandî Civakî Henan Osman êrîşên artêşa Tir ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya exlaqî pêk bînin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA


Mijarên Din