Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi tang, obus û hawanan li gundên Til Medîq, Bêlûnîyê û bajarokê Şêx Îsa yên kantona Şehbayê didin. Hate gotin ku heta niha 10 obus li van gundan ketine.
Hêzên dagirker topbarana li gundên Şiwarxê û Malikiyê yên navçeya Şera ya Efrînê bi obus û katyoşya didomîne.
ANHA