Dagirkeriya Tirk gundên bakurê Minbicê topbaran kir

Dagirkeriya Tirk di saet di 5:30'an de vê sibehê gundê El-Seyada ya bakur rojavayî Minbicê, topbaran kir.

Navenda Çapmeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dagirkeriya Tirk ji baregehên xwe yê li gundê Yaşlî ya li bakur rojavayî bajarê Minbicê, malên sivîlan ên li gundê El-Seyada topbaran kir û di encamê de zirar gihîşt mal û milkên sivîlan. Topbarana hêzên dagirker heta  saet 6:30'an dewam kir.

Navendê da zanîn ku kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî  binpê dike û gundên sivîlan topbaran dike.

Di wêneyên ku Navenda Çapmeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê weşandiye de, zirara ku gihîştiye mala sivîlekî li gundê El-Seyada diyar dibe.

(dm)

ANHA


Mijarên Din