Dagirkeriya Tirk gundê Merenaz ê Şêrayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Merenaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Efrînê careke din gundê Merenaz ê navçeya Şerayê daye ber topban.

Hate gotin ku bi dehan top li gund û derdora wê ketin.

Derbarê ziyanên canî heta niha ti zanyarî nehatine bidestxisti.

ANHA


Mijarên Din