Dagirkeriya Tirk, ermenên Girê Spî dan koçberkirin û dêrên wê kirine baregehên leşkerî

Malbatên Ermenî yên li Girê Spî piştî dagirkirina bajêr ji aliyê çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin koçberkirin û dêrên wan veguherîn baregehên leşkerî.  Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan destnîşan kir ku bûyera qetilkirina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a bajarê Qamişlo Hosip Bidyon û bavê wî bi siyaseta Tirkiyê  û çeteyên wê ve girêdayî ye.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hin deveran zêdeyî 300 hezar kes hatin koçberkirin. Dagirkeriya dewleta Tirk wekî berdewama siyasetên guhertina demografyaya herêmê ermenên herêmê dan koçberkirin û ziyan mezin gihandin pîrozgehên wan.

Di serdemên dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê ya li bajarê Girê Spî de di navbera 2013 -2015‘an dêrên ermen ên katolîk hatin wêrankirin û gelek jê bûn bargehên leşkerî yên çeteyan.

Piştî bajêr ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve ji çeteyan ve malbatên ermenî vegeriyan malên xwe. Rêveberiya Xweser a bajêr dest bi sererastkirina deverên olî yên pêkhateyan kirin.

Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser Ezîza Xenafir anî ziman ku "Bûyera terorîst a qetilkirina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk a bajarê Qamişlo Hosip Bidyon û bavê wî Hena Bidyon girêdayî siyasetên qetilkirin, koçberkirin û guhertina demografîk ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê pêk tînin e."

Ezîza diyar kir ku beriya êrişan 30 malbatên ermenî li bajarê Girê Spî diman, piştî êrişan û dagirkirina bajêr hemû  ber bi herêmên ewle mîna Reqa, Hesekê û Qamişlo ve hatin koçberkirin.

Ezîza destnîşan kir ku çeteyan dêrên ermenan kirin baregehên leşkerî.

Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî binpêkirinên li dijî deverên olî yên ji aliyê Tirkiyê ve bikeve tevgerê û destnîşan kir ku Tirkiyê li herêmên ku dagirkirina rêzê ji qanûnên navdewletî re nagire û deverên çandî û olî wêran dike.

ANHA


Mijarên Din