Dagirkeriya Tirk di dizîna şûnwarên Efrînê de berdewam e

Artêşa dagirker a Tirk dizîn û birêkirina şûnwarên Efrînê ya ber bi Tirkiyê ve bi rêya kolandina şûnwaran berdewam dike.

Piştî wêrankirina cihên dîrokî yên kevnar li Efrînê, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê şûnwarên Efrînê bi hewldana çewisandina çanda Efrînê ya bi hezaran salan, didizin.

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zeviyên sivîlan li gundê Sindiyanekê dikolin û îşaret pê kir ku parçeyên şûnwarî yên giranbiha dîtin û yekser ber bi Tirkiyê ve bi rê kirin.

Di heman çarçoveyê de jî çavkaniyên ji navçeya Mabeta diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji hefteyekê ve dest bi kolandina cihên dîrokê li navçeyê kiriye.

Li aliyekî din çavkaniyan da zanîn ku dagirkeriya Tirk li gundên Ereba û Gemrûkê jî vekolîna dîtina şûnwaran kir.

Li rexê jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di kolandina şûnwaran li girên Endarê û Cindirêsê de berdewam in û vediguhêzin Tirkiyê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din