Dagirkeriya Tirk bi meşekê girseyî li Girê Spî hate protestokirin

Gefên dagirkeriya Tirk ên li êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke girseyî li Girê Spî hate protestokirin.

Bi hezaran şêniyên herêmên Firat, Cizîr, Minbic, Reqa, Dêrazor, Efrîn, Tebqa û Idlibê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê meşeke girseyî li kantona Girê Spî li dar xist.

Di meşê pankartên bi nivîsên"Em gelên Herêma Firatê bi yek dengî dibêjin na ji zihniyeta Osmaniya Nû re, erê ji aştî û diyalogê re û na ji dagirkeriyê re", "Bi vîn û azadiya jin netewe rizgar dibe", "Herêma Firatê bi tevahî pêkhateyên xwe li dijî dagirkeriyê Tirkiyê destek e", "Bijî berxwedana gel li Herêma Firatê û na ji dagirkeriya Tirk re", "Heta têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin" û "Erê ji biratiya gelan re û na ji gefên dewleta Tirkiyê re" hatibûn vekirin.

Xwepêşandaraên ji çerxerêya Dadgehê ya Kevn heta konê mertalên zindî yê li taxa Minbetêh meşiyan û bê navber diruşmên li dijî dagirkeriyêberz kirin.

Meş li ber konê mertalên zindî yê li taxa Minbetêh rewestiya. Li vir deqeya rêz a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyên hate girt.

Piştre hevserokê Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û got: "Ji deh salan ve em ji bo projeya demokrasiyê têdikoşin. Tirkiyê bi derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyan de û anîna leşkerên xwe li ser sînor, hewl dide vê projeyê têk bibe."

Muslim bal kişand ser ku Tirkiyê Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê dagir kirin û wiha anî ziman: "Niha jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ev jî nîşaneya ku hikumeta AKPê hewl dide ji nû ve împeretoriya Osmaniya Nû vegerîne. Li ser vê esasê em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi dibe bila bibe yekdest in."

Cîgirê hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir: "Divê her sûriyek bêyî cudatiya nîştimanî yan jî herêmî welatê xwe biparêze û parastina her bihosteke axa Sûriyê bikin û tu cudatiyê nexin navbera herêman."

Li aliyekî din jî serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got: "Serdema faşîst û cehaletê çû û Tirkiyê êdî nikare têkeve xaka Sûriyê. Ji ber vê gefan li herêmê dixwe. Ji ber ku nikare têkeve herêmê û hevgirtin û yekitiya gel têk bibe, nikare ferqê di navber pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêke. Şêniyên wê bi çi berêdêlî dibe bila bibe, qebûl nakin Tirkiyê têkeve xaka Sûriyê. Ji ber şêniyên vê herêmê biha û erzan di oxira rizgarkirina xakê de dan û dest ji rêgeza şehîdan bernadin."

Bi navê rêveberiya Kongreya Star a kantona Girê Spî Peyman Girê Spî, bi navê Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Muhened Muhened Kekecî, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Tebqayê Abdulfetah Ewaş û fermandarê Meclisa Leşkerî ya kantona Girê Spî Riyad Xelef, axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku kombûna şêniyan a di bin konê mertalên zindî de ji tevahî cîhanê re sepand ku yek dest in û, bangawazên aştiyê ne û parçekirina Sûriyê qebûl nakin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din