Dagirkeriya Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên birin ser gundên başûrê Girê Spî di encamê de 8 şervanên QSD‘ê şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Di şerê ku li gelek deverên herêmê rû dide de bi kêmanî 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê bi panzêran êrîş bire ser gundên Westa, Kafya û Aybat ên başûrê Girê Spî. Di vê êrişê de 3 şervanên QSD‘ê şehîd dibon û 7 jî birîndar bûn.

Di heman demê de du erebeyên şervanên QSD‘ê di encama êrîşê de derbe xwarin. Di encamê de 5 şervanên QSD‘ê şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Di şerê ku li vê derê rû daye de gelek kuştî û birîndarên artêşa  Tirk a dagireker û çeteyên wê çêbûn.

Li gundê Westayê mayînek bi erebeyeke dagirkeran ve teqiya, li gorî agahiyan herî kêm 11 leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.

Rewş niha li herêmê bêdeng e, balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk  bi hawanan gundê Cirin ê Girê Spî topbaran dikin, QSD‘ê bersiva êrîşan dide.

ANHA


Mijarên Din